Hilbijartinên Emerîkayê

Hilbijartinên ji bo xuyakirina namzetên serokatiya Emerîkayê dûh li 24 eyaletan li dar ket û di encamê de, berendamên namzetiyê yên e Partiya Demokrat û ne jî yên Komarger karîbû bes deng wergirin ku bibin namzetên bi tenê yên partiyên xwe.

Li hêla Demokratan Hillary Clinton her çendî li eyaletên mezin yên wekî California û New York bi ser ket jî nikarîbû jimarek mezin ya delege derxîne ku partiya wê, ew weke namzet îlan bike. Lê xanima Clinton di axaftina xwe ya piştî hilbijartinê de got: 

- Em gavekî din nêzîk bûne ku fikir û ramanên gel li Qesra Spî bicîh bikin.

Her çendî Barack Obama ji Hillary Clinton kêmtir deng wergirtibe jî wî jî gelek deng wergirtin. Niha dengên Obama û Clinton gelek nêzî hev in. Ji ber vê yekê dê encama qetîî di hilbijartinên pêş me de xuya bibe, ku hîn dê li çend eyaletên din jî werin çêkirin. Lê Barack Obama got: 

- Her çendî van hilbijartinan namzetek hêj xuyanekiribe jî tiştek girîng diyar kiriye, ew jî ew e ku gelê emerîkayê guhertinek dixwaze.

Li hêla din, di nav refên Komarger de senatorê eyaleta Arîzonayë John MacCain pozisyona xwe xurttir kir. 14 ji wan 24 eyaletan dengên xwe dan wî. MacCain got;

- Êdî em dikarin bibêjin ku serkêşiya partiya Komarger ketiye destê me.

Tiştê balkêş di nav refên komargeran de  ew bû ku berendamê namzetiyê yê sêem Mike Huccabee suprizek kir û li 5 eyaletên başûrê Emerîkayê bi ser ket. Bi vî re wî ferqa di navbera MacCain û reqîbê dûem Mitt Romney mezintir kir. MacCain di axaftina xwe ya duh de got;

- Ez bawer dikim ku êdî dayîkên li eyaleta Arîzonayê dikarin ji zarokên xwe re bibêjin, tu dikarî rojekî xweş bibî serokê Emerîkayê.

Serok-wezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt dibêje ew siyaseta Barack Obama bêtir nêzîkê ya partiya xwe dibîne. 

- Di pirsên aborî de yên wekî ku mirovên kar dikin bi kêmkirina bac re hîs bikin ku piraniya maaşê wan ji wan re dimîne siyaset kopya ya Moderatên Nû ye

Reinfeldt her weha ji siyaseta Barack Obama ya di warê klîmat û hawîrdorê de jî baş dibîne. Weke mînak, Obama dixwaze teknîkên nû yên bi kêm enerjî werin pêşxistin û gemarîkirina hewayê ya li Emerîkayê heta sala 2050yî bi sedî 80yî were kêm kirin.

Lê Reinfeldt siyaseta Obama ya bazirganiya bi cîhanê re weke helwestek paşverû, protektionist, dinirxîne.

- Obama dixwaze sanayîya emerîkayê ji reqabeta bi cîhanê re biparêze. Obama qîmeta  bazirganiya azad nizanê. dibêje Reinfeldt, û desteknedana xwe ya Hillary Clinton jî bi mebesta ku siyasetek wê ya zelal ji bo mirovên bi aboriya nebaş tuneye ku zêde derfetên kar û xebatê çêbike.

Di nav refên Komarger de jî John MacCain li ber dilê serok-wezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt şêrîne, ji ber ku ew dostê bazirganiya azad a bi cîhanê re ye û ji ber ku wî tevî dijîtî û protestoyên partiya xwe berya her kesî pêşniyaz kir ku divêt Emerîka di warê gemarkirina xwezayê de sînor dayne.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".