Malper ji bo zarok û ciwana

Dema qralîça swêd. Sîlvîa bû 60 salî sala 2003 wê dîyarîkek taybet xwest. ”Bifikrin ku hemû hêzên baş arîkarîyê bidne hev ji bo karê zarokên berxeter li Swêdê”, Silvia got. Bi saya Childhood foundation, weqfa alîkarîya zarokan, xwesteka qiralîça hat cih.

Bi rêya wezîfedarkirina childhood foundation BRIS, Rêxistina mafên zarokan di civakê de, malperekî lêgerînê di internetê de vekirne- malperê bi navê röda sidorna.se pelên sor. Weke mezin karin di malperê gula sidorna de, pelên zer de enformasyona ku ji wan re pêwîst bibînin niha zarok di röda sidorna de karin bibînin ku ew li derdora xwe li ku karin  arîkarîyê û destekê bigrin dema di rewşek xirab de bin.

Niklas Lund redaktorê malperê röda sîdorna ye û dibêjê çawa malper tê şixulandin.

-         Naveroka malper ferehe. Wek mînak ku tu li bajarek wek Hedemora bê û xwe bi êşênê  ti karê di malper de bibînê ku tu li derdora xwe karê li ku arîkarîyê bigrê. Ew hedefa yekeme. Zarok wê karibin cihên arîkarîye nêzîkî xwe bîbînin. Wek ferhengek zanînê ye li ser wek mînak li kû çalakîyên  ji bo zarokan hene, grupên axaftinê ji bo zarokên penaber li ku ne yanî….berferehe, gelek tişt dête hene.

Röda sidorna wê bê beşek ji nav çalakîyên BRIS, Rêxistina mafên zarokan di civakê de. Ev 30 sale ku zarok karin telefonê bidne BRIS û arîkarîyê bigrin. Sala 2000 dema ku zarokan karîbûn derdê xwe di ê nameyan de  jî wan re bişyênin gelektir û gelektir zarokan têkilî bi wan re danîne.

Heta niha ev xismeta ku BRIS  û röda sidorna di internetê de didê zarokan tenê bi zimanê Swêdîye.  Lê şêfê BRIS, Göran Harnesk dibêjê grînge ku ew karibin vê xizmetê bi zimanên din jî bidin.

-         Ji bo BRIS pêwîste ku em bi gelek zimana hebin ku em bixwazin bi vî  navê xwey qewet dewamkin. Gelek zarokên penaber li swêd hene ku nizanin wê zanînê li ku bigrin û da ku karbin derdê xwe ji hineka re bêjin ku ji wan fêhêt nekin.   Beşek î herî grîng di karê mê de ewe ku rêya bibînin ku emê çawa arîkarîyê dine wan.

Ê gelo qralîca swêd, Silvia ji dîyarîya xwe memnûne?

-         Belê ez memnûnim.  Pirseke mi hebû ma gelo ev hemû hêzên baş nikarin bigihne hev û arîkarîyê bidne zarokên berxeter li Swêdê. Û niha bi rêya röda sidorna zarok karin bersivê piranîyê pirsên xwe bigrin. Û wê zanibin ku berê xwe bidne ku da ku li derdora xwe piştgirîyê bistênin. Rêya heta ku arîkarîyê bistênin kin tir dibe.

www.bris.se

www.rodasidorna.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".