Helepçe - 20 saliya qirkirinekê…

20 saliya qirkirina kurdan a li Helepçê duh li roja 16 Adara 2008 li Stockholmê li meydana Sergelstorg û li dêra Filadelfia Kyrkan hat bi bîr anîn. Bîranîna li Sergelstorgê ji aliyê Tora ciwanên kurd (Unga kurders nätverk) û Federasyona Komeleyên Kurd û Kurdistanî ve hat amadekirin. Gala ya bîranîna Helepçê ya li Filadelfia Kyrkan jî ji aliyê rêxistina WomenAid ve hat li darxistin.

Bi hezaran kurd û swêdî di van her dû çalakiyan de beşdar bûn. Li Sergelstorgê li ser derenceyên meydanê bi hezaran find (mûm) hatin vêxistin û di vêxistinê de serokên partiyên Swêdî yên wekî Mona Sahlin, Maria Wetterstrand û Lars Ohly û wezîrê hikûmetê Sven-Otto Littorin û parlamentera Partiya liberal, Birgitta Olsson beşdar bûn.

Balafirek ku bi dû wê ve pankarta ”Aldrig mer Halabja. Nej till folkmod i Kurdistan” hatibû nivîsandin li ser Sergelstorg û navenda Stockholmê difiriya.

Di galaya li Filadelfia Kyrkan jî dîplomatê navdar ê swêdî Jan Eliasson, gelek siyasetvan û hunermendên wekî Darin û Leyla Ferîqî jî beşdar bûn.

Daxwazên roja 20 salvegera Helepçê ew bû ku roja 16 adarê weke roja li dijî çekên komkujiyê were îlankirin û komkujiya li Helepçê weke Jenosîd  (qirkirin) were naskirin.

Yek ji beşdarên duh balyozê Îraqê yê Swêdê, Ahmed Bamernî bû. Ew dibêje:

- 20 sal berê, dema komkujî pêkhat gelek zehmet bû ji bo me bawer bikin ku rejima Saddam bi rastî jî çekên tevkujiyê li hember ewqas zêde mirovan bikaranîne.

Lê Bamernî dibêje wan rojan rejima Saddam dostekî nêzîk yê welatên rojava bû û wan ne ji ber bê-bawerî lê ji ber dostaniya xwe biryar dabûn ku bêdeng bibin, tevî ku dihat zanîn di destê rejima Baasî deçekên tevkujiyê hene.

Herweha wezîrê karê derve yê Swêdê yê berê, serokê berê yê meclîsa Neteweyên Yekbûyî, dîplomatê kevnare Jan Eliasson jî behsa wê bêdengiya cîhanê dike li hemberî tevkujiya bi çekên kîmyewî ya rejima Saddam Huseyîn.

Jan Eliasson ku di Gala ya bîranîna Helepçê ya li dêra Filadelfia Kyrkan de axivî behsa xebata xwe ya navbeynkariya şerê Îran û Îraqê kir û her weha serpêhatiyek xwe yê bi wezîrê karê derve yê Îraqê yê berê Tariq Ezîz re kir. Eliasson dibêje wî li ser navê serok-wezîrê demê Olof Palme sala 1982’an ji Tariq Ezîz daxwaz kir ku bi Îranê re li hev werin ji ber ku Îran destpêkiribû û zarokan jî êdî dişandin şer.

- Lê Tariq Ezîz ji min re got ”di destê me de çekên ku hiş û aqilê tu kesî nagire heye” dibêje Jan Eliasson û behsa dike ku wî vê yekê ji Palme û piştre jî ji sekreterê gîştî yê Neteweyên Yekbûyî re got. Eliasson dibêje;

- Hêj wê demê me famkir ku di destê Îraqê de çekên kîmyewî û biyolojîk hene. Lê ji ber bêdengiya cîhanê çend sal paşê rejima Saddam van çekan li dijî Kurdan bikaranî. Heger raya gîştî ya cîhanê salên 1983-84 nerazîbûn nîşan bidana dê rejima Saddam newêrabûna çekên kîmyewî li Helepçeyê bikar bianiya, dibêje Jan Eliasson.

Belê, daxwaza herî dengbilind ya roja bîranîna jenosîda Helepçê ew bû ku roja 16 adarê weke roja li dijî çekên komkujiyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve were îlan kirin û Enfal weke jenosîda gelê kurd were naskirin. Min ji dîplomatê kevnare yê Swêdî Jan Eliasson pirsiyar kir da gelo çi derfet hene ku ev daxwaz pêk werin:

Eliasson dibêje heger piraniyek mezin ji endamên Neteweyên Yekbûyî vê yekê daxwaz bike wê demê sekreterê gîştî yê Neteweyên Yekbûyî dikare roja 16 adarê weke roja li dijî çekên komkujiyê îlan bike. Ez bixwe, ezê di danûstendinên xwe de vê babetê bînim rojevê.

Gelo çi krîter hene ku komkujiya li Helepçe û Enfal weke jenosîd, qirkirin were naskirin. Jan Eliasson dibêje:

- Pêwîst e gelek hikûmet lêkolîn ser vê babetê bikin û her yek biryar bide da ew wê weke jenosîd navbikin an na. Lê di Enfalê de zêdeyî 170 hezar însan hatin kuştin. Û hemû însanên di emrên cûda de bi awayek sîstematîk hatin kuştin. Ji bo ku rêze-hedîseyên bi vî rengî weke jenosîd-qirkirin were naskirin gereke ew bi nîyeta kuştina hemû însanan hatibe meşandin. Û ji bo vê yekê divêt hikûmetên cîhanê di siya vê yekê de nirxandinan bikin.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista