Alîkarîya zaroka

Alîkarîya zarokan gereke li ser hatina miaşên dê û bavan bê, û zarokên ku dê û bavê wan miaşek baş distênin gereke alîkarîyê negrin. Ev pêşnîyazeke ji alîyê partîya navend tê.

Pêşnîyaza guhertina sîstema alîkarîya zarokan, yanî barnbidrag, ji alîyê seroka jinên partîya navend, Annika Qarlsson tê. Ew dibêjê ew û partîya wê, dixwazin vê guhertinê bikin ji ber ku ev sîsitemek neheqî ye.

- Gelek rexne li ser vê sîstemê tên kirin û gelek acizbûyîne û dibêjên xirabe ku alîkarîya zarokan diçê ji kesên ku hatina wan bilind e.  çareserîya min dîtîye ewe ku mirov li gora hatina miaş herin û lêkolînek pêwîstîyê bikin.  

Alîkarîya zarokek îro 1050 kron e.   Ji bo zaroka dûyem 100 kron gelektir dibê. Alîkarî heta zarok dibê 16 salî. Piştî wê ku zarok dewamî lîsayê bikê şagirt bursa xwendinê digrin.     

Cara yekem ku sîstema alîkarîya zarokan destpêkir sala 1937 bû. Hingî wek pêşnîyaza ku îro partîya navend didin, alîkarî tenê ji bo malbatên ku ji wan re pêwîst bû. Lê 11 sala piştre sîstem hat guhertin û niha hemî zarok alîkarîyê digirin, bêy ku mirov li miaşên dê û bava binêrê.

Annika Qarlsson dibêjê ku sîstem werê guhertin wê ew kesên ku alîkarîya zarokan ji wan re pêwîste wê gelektir pera stênin.

Lê heta niha tu partîyê din ev pêşnîyaz ne girtine xwe. Partîya moderatan dibêjin ku ew sîstema îro dixwazin ku dewam kê. Ji ber ku lêkolînek li ser gelo kî pêwîstî alîkarîyê ye wî buha ê. 

Partîya sosyaldemokratan  jî li dijî pêşnîyazê ne. Veronica Palm, ji partîya sosyaldemokratan dibêjê ku sîstemek weha wî gelek problema bixwere ênê.

-   Problem ewe ku em ji yek ji wan sîstemên yê alîkarîya giştî ku baştirîn dimeşê diçine sîstemek ku em vê parçe dikin û dikin selektîv. Hemî tecrûbeyên navnetewî nîşan didin ku ew civakên ku sîstemên alîkarîyê giştî ne, ji bo kesên ku di nav zehmetîyê de ne herî başin. Pêşnîyaza partîya navendî  bi gotina wek tiştek hesanî dîyare lê ku mirov berê arîkarîyê bidê alîkekî di dawî de ceza û zerar dighê wan kesên ku alîkarî gelektrîn ji wan re pêwîste. Veronika palm dibêjê.

Li gora xwesteka partîya navend ew dê û bavên ku hatina miaşên way salane ji 240 000 kron gelektir bê pêwîstîya alîkarîya zarokan ji zarokê wan re nîne.

Annika Qarlsson dibêjê  hemî alîkarîya din mirov li gora pêwîsitîyê diçê, çima mirov di vê hêlê de jî li gora pêwîstîyê neçê?

Veronika Palm dibjê:

- Ev destpêkeke parçekirina  wê sîstema ku eynî îmkana didê zaroka, bêy ku ji çi malbatê bin. Firsetên dê û bava çûda ne lê ê hemû zarokan weke hevin.  Veronika palm dipirsê gelo Gava dûyem çîye?   Ew dê û bavên ku ji 240 000 gelektir distênin, bila ew heqê dibistanê jî bidin? Kengî mirovê sekinê û  zarokan kê fokusa eleqeyê de, ne  miaşê dê û bavan.

Sukran Kavak

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".