UNHCR: Penaxwaz venegerînin Yunanîstanê!

Yunanistan ji bo penaxwazan welatekî baş nîne, dibêje Komîseriya bilind a penaberan a Neteweyên Yekbûyî, UNHCR.

Ji ber vê yekê Komîseriya bilind a penaberan bang li welatên Yekîtiya Ewropayê dike ku ew penaxwazên ji ser Yunanîstanê ve têne welatên wan carek din venegerînin Yunanîstana ku qaîdeyên li ser tê ferzkirin bîcîh nayne. Penaberek kurd ku niha li Swêdê dijî, lê xwedî tecrubeyên penaberiya li Yunanîstanê ye rewşa li wî welatî wuha tîne ziman.

Rêvebira aboriyê ya şaredariya Stockholmê Chirstina Axén Olin bi awayek supriz dev ji karê xwe berda. Li gorî daxuyaniya Olin ew nikare berpirsiyariyên xwe yên malbatî li kêleka karê xwe yê siyasî bimeşîne.

Van salên dawî li Swêdê gelek hunermendên kurd yên serkeftî derketin pêş: Wekî Dilba û Darîn di branşa muzîkê de û Özz Nujen û Nîştî Stêrk di şanovaniyê de. Niha yekî din li van navdaran zêde bû: Soran Îsmaîl. Ew hêj 20 salî ye û ji niha ve em wî li ser şano dibînin, di televizyonê de temaşe dikin û di radyoyê de lê guhdarî dikin. Hevkara me Semîre Zareî li Stockholmê çû hevdîtinek bi Soran Îsmaîl re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".