29/04/2008

Di bernameya vê êvarê de:

- Vê êvarê li navenda Stockholmê meşek di derbarê rewşa penaxwazên îraqî ku îzîna rûniştinê negirtiye heye. Bandrola meşê “Ji welêt derxistina penaxwazên îraqî rawestinin!” e û hevkarê min Nasser Sîna behsa vê dike.

- Vê heftê li zaningeha Göteborgê perwerdeyek li ser şideta bi navê namêsê dest pê kir. Amadekarê vê perwerdeyê Komîteya birêveber a Ciwanan, Ungdomsstyrelsen e, û Lisa Modee şefa projê ye.

- Olof Tandberg weke dostekî gelek giranbiha yê kurd tê nasîn. Wî di sala 1966an de komeleya piştgiriya kurdan saz kir û kurd û Kurdistan bi Swêdiyan da nasandin. Ji ber xebata xwe ya bi salan, Tandberg sala çûyî, di Galaya kurd de nîşana ”Dostê kurd yê rûmetê” wergirt. Û niha bi pirtûkek bi navê ”ABC ya Kurdistanê”, ji perspektîv û bi tecrûbeyên xwe behsa kurd û Kurdistanê dike. Hevkarê me Zana Serin duh êvarê çû Kîtebxana kurdî ya li Stockholmê û guhdariya danasîna vê pirtûka Tandberg kir:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".