Grev berdewam e lê mexdûr kî ne?

Greva hemşîre û ebeyan îro bi beşdarîya 4 hezar û 400 xebatkarên din berferehtir bû. Niha 7 hezar xebatkarên tenduristiyê di grevê de ne. Ûşefa nexweşxana Varbergê Kristina Wallentin dibêje dê berferehbûna grevê nexweşan mexdûr bike.

- Yên ku ji grevê herî zêde zerar dibînin wan nexweşan in ku ji bo lênêrîna ortopedîk wext veqetandine. Gelek ji wan ji pişt, çok û movika kulêmekên xwe ve diêşin. Heger ew emeliyat nebin dê ev êşa wan her berdewam be û ew jî neçar bin ku xwe demek dirêjtir nexweş binivîsînin, dibêje Kristina Wallentin.

Lêkolîn ku navenda nûçeyan a radyoya Swêdê li neh wîlayetan çêkir nîşan dide ku li gelek deveran servîsên acîlê hatine girtin û emeliyatên biçûk yên ortopedîk û yên kansera sivik bi paşve hatine dayîn. Tenê li bajarê Uppsalayê tê hesab kirin ku nêzî 2 hezar nexweş nikarîbûne alîkarî wergirin.

Wîlayet dibêjin grev hêj ji ewlekariya nexweşan re nebûye talûke, lê dora lênêrîn û emeliyatan ji ber grevê dirêjtir bûye.

- Em nizanin dê ev nakokî heta kengê berdewam bike. Lê heger grev demek din jî bajo dê gelek emeliyat werin derengxistin, dibêje Peter Rönnerfalk şef-doktor li Stockholmê.

Ji Yekîtiya Wîlayet û Şaredariyên Swêdê Roger Molin dibêje:

- Grev dibe sedema ku yek ji 4 emeliyatan tên paşvexistin. Bi vê paşvexistinê re dor jî gelek dirêjtir dibe û mesrefên tendrustiyê ji ber serî-bin-bûna pîlanan gelek buhatir dibe.  Û her weha nexweşxane nikarin soza garantiya tendrustiyê (bi swêdî Vårdgarantin) pêk bînin.

Vê yekê şefa rêvebiriyê ya li bajarê Nässjö, Mariann Jansson jî piştrast dike:

- Pêkanîna garantiya tendrustiyê zehmet e. Em rêze yekem didin kesên ku acîl nexweş in. Wan randevuyên li cem doktor ku me dane nexweşan rêkûpêk çêdibin lê ji ber grevê em nikarin niha randevuyên nûh bidin.

Lê tevî vê yekê jî çareseriyekê di navbera sendîka tenduristiyê û karbidestan de hêj xuya nîne. Ji rêxistina karbidest, Yekîtiya Şaredarî û Wîlayetên Swêdê, Ingela Gardner wuha dibêje:

- Dirêjkirina nakokî û grevê tiştek keyfî nîne. Lê divêt em realist bin jî. Piştî ku Sendîka Tendrustiyê pêşniyaza me red kir em di warê çareseriyekê de ji hev gelekî dûr ketin.

Seroka Sendîka Tendrustiyê Anna-Karin Eklund jî dibêje;

- Me hêj sînyalek baş ji karbidestan wernegirtiye. Heta niha wan nîyetbaşî nîşan nedane. Ji ber vê rewş baş xuya nake

Lê xebatkarên tenduristiyê ku sendika wan îro grev ferehtir kir bi biryarin têkoşîna xwe bidomînin. Ann-Kristin Nidsjö hemşîre ye û dibêje grev baş bû.

- Êdî dem hatiye ku guhertinek çê bibe û hêvî dike ku grev encamek baş bide. Ann-Kristin dibêje ew ji pîşekarên din ên ku li nexweşxanê piştgirî digirin û ev çalakîya wan bi heycan e.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".