Tirkiye ya musluman nebe endama YE!

Partiya Demokratên Swêdê, Sverigedemokraterna, ku duh kongra xwe ya li bajarê Karlstadê dawî kir naxwaze Tirkiye bibe endam, ji ber ku welatek musluman e.

Sverigedemokrater her weha biryar jî da ku tevlî hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê bibe.

Demokratên Swêdê ku bi dijîtiya xwe ya biyanîyan tên nasîn diyar jî kirin ku ew naxwazin Turkiyet bibe endama Yekîtiya Ewropayê. Serokê partiyê Jimmy Åkesson:

- Turkiye welateke mezin ya musluman e û bi nifûsek mezin ya musluman. Li wî welatî mafên mirovan her roj têne binpêkirin û ji hêla cografîk ve jî, heger mirov li nexşeyê temaşe bike, Tirkiye di cihekê gelek xeter de ye.

Lê tiştê balkêş ew e ku Demokratên Swêdê di heman demê de jî dixwazin Swêd ji Yekîtiya Ewropayê derkeve.

Sven-Erik Almqvist jî serokê rêxistina ciwanên Demokratên Swêdê ye û li serok-wezîr Fredrik Reinfeldt bi îddîa xiyaneta li dijî welat dawe vekiriye. Ji ber ku Reinfeldt peymana Lîzbonê ku weke qanûna bingehîn ya Yekîtiya Ewropa tê nasîn îmze kiriye.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista