Li Swêdê hejmara kansera çerm her sal pirtir dibe

Pistî zivistan û bahareka sar êdî havîn gihêstîye Swêdê jî. Di dawiya heftê de mirov keç, kur û zarokên pîkin dîtin bin tavê. Lê gelo, ew li ser rîskên tavê difikrin? Îro Melanoma monday e, yanî roja cancera çerm e. Li welatên Ewropî doktorên cîltê dixwazin balê biksînin ser tehlûkeyên kansera çerm.

Li Swêdê hejmara kansera çerm her sal pirtir dibe. Jan Lapin, li nexwasxaneya Karolinskayê, di klînîka nexwesîyên çerm de wek serhekîm kar dike.

- Li Swêdê, ji salên 60î heta îro mirovên ku bi kansera çerm ketine zêdetir bûne. Di destpeka 2000î de ev hejmar piçekî kêmtir bû û wê çaxê li ba me hêvîyek peyda bû, lê niha dîsa zêde dibe, dibêje Jan Lapin û dom dike:

- Li Sêwdê hejmara kesên ku bi kansera çerm dikevin bilintir dibe, ev rast e, lê di heman demê de mirov nikare welatên cuda direk bide ber hev. Ji ber ku bi kanserê ketina gelên li welatên cuda, cihê cihê ye.

Lê gelo çima li Swêdê kansera çerm pirtir dibe?

- Sebeb ew e, dema ku mirov dixwaze xwe res bike, mirov xwe disewitîne. Piranîya mirovên ku niha bi kansera çerm dikevin, pirî caran, bêrî niha 30 salî xwe sewitandine”, dibêje Lapin.

Ew bawer nake ku li pêserojê kansera çerm hîn pirtir bibe, ji ber ku xelk xwe îro bastir diparize. Mirov rîskên tavê ji 30 sal berê bastir fêm dike û loma Lapîn hêvî dike ku mirov tesîra vê zanînê 15 salên din bibîne.

Gelo pirtir kîjan grûba mirovan di bin rîskê de ye?

Em îro, li gor 30 sal berê, zarokan bi awayekî gelek cihê diparêzin. Îro di derbarê rîskên tavê de mirov bastir têgihîstî ne û dizanin xwe bastir biparêzin. Em hêvîdar in ku tesîra vê yekê pistî 15 salan xwe bide xuyakirin.

- Gelek caran tê gotin, ku porê mirov sor e û gelek lekeyên ango deqên qehweyî li ser çermê mirov hene, rîsk zêdetir dibe. Lê piranîya kesên ku bi nexwesîya kansera çerm dikevin di nav vê grubê de nînin, dibêje Lapin.

Li gor cûreyê kanserên din, alîyê bas yê kansera çerm ew kû mirov pê bihese û dest bi tedawîyê bike, mirov dikare zora wê bibe. Ango tam jê xelas be.

Ji %90 (ji sedî nod) ji wan kesên ku di wextê de alîkarî dixwazin bas dibin, li gor Jan Lapin. Kansera çerm, pirî caran bi lekeyên kezebê tê nasîn. Mesela dema lekeyên kezebê siklê xwe digorin, an dema ku rengên wan digorin.

Ku mirov bixwaze rîska kansera çerm kêm bike, divê mirov hêdî hêdî xwe bide ber tavê. Berê ku mirov res bibe divê mirov xwe nesewtîne yanî, li gor Jan Lapin.

Lê li gor Apoteket (Dermanxane) awayek din jî heye: krema ”brun utan sol”, yani krema ”las qehweyî bûna bê tav”. Mirov wê li xwe dide û bê ku mirov xwe di bin tavê de bisewtîne, mirov res dibe. Û li gor Apoteket firotina vê kremê gelek zêde bûye.

Margareta Frohm Nilsson jî li nexweşxaneya Karolinskayê doktor e û ew dibêje ku em li Swêdê xwe dixepînin, ew bawer dikin ku tavê vira xurt nîne lê ew rast neye li gor wê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".