Thomas Hammarberg, komîserê Konseya Ewropayê (Scanpix)

Swêd, seroka nû ya Konseya Ewropayê...

Swêd dibe seroka nû ya demê ya Konseya Ewropayê, saziyek ku herî zêde ji bo pêşxistina mafên mirovan dixebite. Lê her weha Swêdê jî, van salên dawî mafên mirovan binpê kiriye. Gelo ev sabuqeya wê jê re dibe asteng?

Thomas Hammarberg komîserê Swêdê yê Konseya Ewropayê ye û dibêje di saya serokatiya demê de ku şeş meh diajo dê Swêd karibe karê konseyê rêve bibe û pirsên ku ew bi xwe girîng dibîne têxîne nav rojevê.

- Pêwîste Swêd berya dest bi serokatiya demê bike rêzek pirsgirêkên mafên mirovan çareser bike.

Hammarberg bixwe di wî warî de ku hikûmeta Swêdî divêt kîjan meselan çareser bike wuha rêz dike:

- Divêt şertên li Nezaretxaneya Kronobergshäktet (ya li navenda Stockholmê) werin başkirin, pêşwazîkirina koçberên zarok gereke were sererastkirin ji ber ku gelek koçberên zarok ku bi serê xwe tenê hatine Swêdê ji kampên penaberan wendabûne û kes nizane çi bi serê de wan hatiye. Her weha mesela mafê gelê Samî ya xaka xwe ku hêj nehatiye çareserkirin, dibêje Hammarberg.

Binpêkirinek din ê mafên mirovan jî mesela 2 penaberên Misrî ne ku hikûmeta Swêdê bi hevkariya CIA ya Emerïkî re şandinbûn Misrê û Îşkencê. Thomas Hammarberg dibêje:

- Şermeke mezine ku Swêdê di vî warî de jî hêj bûyer zelal nekiriye û hevkariya bi emerikiyan re bi detay ranexistiye ber çavan, ji ber ku hikûmet naxwaze Washingtonê aciz  bike.

Lê ne tenê Swêd, endamên Konseya Ewropayê yê wekî Rusya û Tirkiye di hêla mafên mirovan de xwedî sabuqeyên dirêjtirin, gelo ev nîşan dide ku Konseya Ewropayê di karê xwe de serkeftî nîna?

- Elbet hêj gelek kar hene ku divêt bê kirin. Lê rêxistina konseyê baş kar dike. Weke mînak Dadgeha mafên mirovan ya li Strassburgê gelek girîng e û biryarên wê dewletan girê dide. Lê mixabin hîna jî ew hikûmetên ku peymanên konseyê îmzekirine hemû  tiştên li ser wan tên ferzkirin bicîh naynin. Ji ber vê pêwîstî bi rêxistinên wekî konseyê û rêxistinên li welatên endam ku hikûmetên xwe û kiryarên wan rexne bikin.

Lê ji niha ve jimara daweyên li cem Dadgeha mafên mirovan gihaye 100 hezar hebî. Gelo ev dadgeh çiqas effektîf e? Thomas Hammarberg dibêje sedemê zêdebûna van daweyan ew e ku bêtir û bêtir mirov ji mafên xwe yên însanî hayedar dibin.

- Ev jî nîşan dide ku mirov nikare pirsên mafên mirovî di nav netewa xwe de çareser bike.

Lê gelo dê konsey bi çi hacetan welatên endam bîne ser rêya rast ku rêz ji peymanan re bigirin.

- Yek ji wan hacetan ez û 25 xebatkarên min in. Karê me zehmet û zor e ku em hemû 46 welatên endam neçarê pêkanîna peyamnan bikin, dibêje Thomas Hammarberg, komîserê li Konseya Ewropayê…

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista