Mamosteyên kurd li Västeråsê civiyan...

Rojên pêncşem û înê yên hefteya derbasbûyî Mamosteyên zimanê zikmakî yê Kurdî li bajarê Västeråsê konferansek li darxistin. Di konferansê de  beşdar li ser pêşeroja dersên zimanê zikmakî ya li Swêdê nîqaş kirin.

Rojên pêncşem û înê yên hefteya derbasbûyî Mamosteyên zimanê zikmakî yê Kurdî li bajarê Västeråsê konferansek li darxistin. Di konferansê de mamoste û beşdar li ser pêşeroja dersên zimanê zikmakî li Swêdê nîqaş kirin.

Însiyaftîf girê konferansê Haydar Diljen di axafina vekirinê de balê kişand ser wan îmkanên ku li Swêdê hene:

- Divêt em wan îmkanên ku hene ji bo zarokên xwe baş bikarbînin ku ew ziman û çanda xwe xurt bikin û karibin bi civaka Swêdê re bi hevguncî bijîn.

Yek ji axaftvanên konferansê jî Mats Wennerholm bû, muşawir ji Daîreya pêşdabirina dibistanan, Myndigheten för skolutveckling.

- Şertên ji bo berdewamkirina dersên zimanên zikmakî ji sala 1997 ve li Swêdê neguherî ne, ne di siyaseta dewletê de û ne jî di bername û destûrên cûdayên ji bo dibistanan ku ji aliyê parlamentoyê ve têne xuyakirin.

Siyasetvan dixwazin ev perwerde bêtir effektîv û bi kalîteyek bilind bibe.

Herwekî Mats Wennerholm mudura Navenda dûzimaniyê ya Västeråsê Karîn Brobäck dibêje:

- Pêşeroja ji bo zimanê zikmakî gelekî ronî ye. Bêtir û bêtir daxwaz ji dê û bavan heye ku zarokên wan zimanê zikmakî bixwîne. Ev jî bandorek li ser siyasetvanan dike  ku vê meselê ciddî bigirin.

Bi ya Mats Wennerholm perwerde êdî ne tenê ji bo wê yekê ye ku zarok karibe bi malbata xwe re bi zimanê xwe bide û bistîne.

- Di şûna wê de ziman weke hacetekê tê dîtin ku zarok karibe bi rêya wê bi derdora xwe re û bi rêya teknolojiya nû bi jîngehek ferehtir re bide û bistîne, xwe îfade bike û pê re kar bike.

Di konferansa mamosteyên kurdî ya li Västeråsê de her weha mamosteyên mêvan ji Norveç û Almanyayê jî hatibûn vexwendin.

Hatice Demirbaş kurda anadolê ye û ji bajarê Stavanger a Norveçê ye.

- Serneketina perwerdeya zimanê zikmakî ya li Norveçê girêdayê wê yekê ye ku hem dê û bav zêde eleqedarî nîşan nadin û hem jî meqamên Norvecî bi qasî yên swêdî ne comerd in, dibêje Demirbaş, ku bi xwe bi bîryar e meraqa bêtir û bêtir zarokên kurd ji bo perwerda kurdî hişyar bike.

Mamoste Emin Akbaşê ji bajarê Bremena Almanyayê dibêje astengiya herî mezin a li pêş dayîna dersên bi zimanê kurdï li dibistanan ew bû ku dewleta Alman digotin kurdî zimanek dewletî nîne. Lê piştî guhertina vê helwestê ya çend sal berê niha jî ji ber şert û mercên xerab perwerde gelek zehmet e. Herweha bêdiliyâ malbatana ya şopandina mafên xwe jî dibe sedem ku gelek kêm zarok îro zimanê zikmakî dixwînin.

- Îro, li seranserê Almanyayê 23 mamoste ders didin 1300 şagirtan.

Lê, Mats Wennerholm, muşawirê ji Daireya Pêşdabirina Dibistanan, ji bo pêşeroja li Swêd û welatên din ên Ewropayê xweşbîne ji ber ku niha Yekîtiya Ewropa hewl dide biryarek xurt bide di derbarê xurtkirina zimanên ne-ewropî yên li Ewropayê. Bi ya Wennerholm Yekîtiya Ewropa famkiriye ku mirovên bi zimanê xwe baş bizanibin her weha hêsantir jî entegreyê civaka Ewropî dibin.

- Bi ya min heger mirov xwe têkildarê civakê nebîne û derfet neyên dayîn ku mirov zanebûn û tiştên li cem mirov heye bikarbîne, wê demê mirov xwe îzole dike û xwe diparêze. Beracî vê; tecrûbeyên mamosteyên zimanê zikmakî û şagirtên wan nîşan dide ku her çendî mirov ziman û çanda xwe xurt bike mirov ewqas jî ji bo tiştên din xwe vedike. Bi ya min yên xwe îzole dikin ew kesin ku ji aliyê civaka mezin ve bêbextî li wan hatiye kirin, dibêje Wennerholm.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".