Mamosteyên beşdar ên konferansa Västeråsê

Rola sê-alî ya fêrbûna kurdî (Västerås)

- Mamosteyek çalak, malbatek çalak û şagirtek çalak! Divêt ev her sisê alî jî rola xwe bilîzin ji bo serkeftina zimanê zikmakî ya kurdî li dibistanên Swêdê.

Hefteya derbasbûyî mamosteyên zimanê kurdî li Västeråsê civiyan û li ser gelek mijar û pirsgirêkên xwe rawestiyan. Lê pirsgirêkek girîng tevlîbûna dersên zimanê kurdî ye. Li gorî hîn baweriyan ne tenê şagirt, hîn caran jî mamoste bi xwe ji dersên zimanê kurdî direvin.

Di konferansa mamosteyên zimanê kurdî ya li bajarê Västeråsê de pêkanîna perwerdeyek serkeftî fikra hevbeş bû û lêkolînerê pedagojiyê li zaningeha Södertörn Maruf Yilmaz vê serkeftinê bi van gotinan îfade dike:

- Mamosteyek çalak, malbatek çalak û şagirtek çalak! Divêt ev her sisê alî jî rola xwe bilîzin.

Ev çalakbûnî tê wê wateyê ku ji van her sê aliyan ve jî divêt hewldanek baş hebe.

Mamoste Jiyan Salih ji bajarê Gävleyê dibêje bingehê hînbûna zimanê zikmakî li nav malbatê destpêdike.

Berî her tiştî divêt malbatên şagirtan dilxwaz bin û bi israr bin ku zarokên wan hem tevlî dersên zimanê kurdî bibin û hem jî bişopînin ku ev ders û perwerde bi awayek baş tê dayîn.

Lê di vir de hîn problem hene. Mamoste Hamit Kahraman li Botkyrkaya derveyê Stockhyolmê kar dike û dibêje problema yekem ew e ku ne hemû malbat zarokên xwe dişînin zimanê zikmakî yê kurdî.

- Hîn ji wan zarokên xwe dişînin zimanê tirkî, zimanên din an jî ne tu zimanî, dibêje Kahraman.

Mamosteyê kurdî ji bajarê Lundê Kwestan Serbest jî hemfikir e ku barê herî mezin li ser milên dê û bavan e ku zarok fêrî zimanê kurdî bikin. Lê li hêla din ne her zarok dilxwaz e ku ziman fêr bibe.

Li Swêdê problemek bi gîştî heye; ew jî zarokên ku naçin dersên xwe. Her weha mamoste jî qebûl dikin problemek bi vî rengî heye.  Jiyan Salih û Kwestan Serbest jî ji vê problemê hayedar in, lê dibêjin ew wekî mamoste hewl didin vê meselê bi malbat re yekser çareser bikin.

Lê bi ya Maruf Yilmaz, lêkolînerê pedagojiya navçandî li zaningeha Södertörn, kommunikasyona di navbera mamoste û malbatan de nameşe. Ji ber ku gelek mamoste naçin dersên xwe, ji dersên xwe direvin û zêde danûstendin jî bi malbata şagirtên xwe re çê nakin.

Lê gelo bi rastî jî mamosteyên ku ji dersên xwe direvin problemek çiqas mezin e? Bi ya Hamit Kahraman mirov nikare gotinê Maruf Yilmaz bigire ser piraniyek mezin ya ji mamosteyan.

Herweha Kwestan Serbest û Jiyan Salih jî ne bawer in ev problemek mezin e, lê qebûl dikin ku ev pirsgirêk girêdayî şexs e.

Lê Maruf Yilmaz bawer e, bi taybetî jî li bajarek mezin ya weke Stockholmê ku control gelek zehmet e, mamosteyên ji ders direvin gelek in. Ji bo vê yekê ew bang sazî û dezgehên kurdan û dê û bavan dike ku bêtir hişyar bin.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".