Dewletek 60 salî - Îsraîl

Martin Blecher yek ji rêvebirên Gruba Israîlê yê li Swêdê ye.Grubekê lobbyê ku hewl dide civaka Israilê ji aliyek din ve bide nasandin û ne tenê şer û pevçûnên ku giraniya bala çapemeniya navnetewî dikşîne. Blecher re li ser 60 saliya avabûna dewleta Israîlê û dostaniya di navbera cûhî û kurdan de axivî, ku van salên dawî li Swêdê pêşketiye.

- Di heman demê de her kes westiyayî ye, dibêje Martin Blecher. Tiştê her kes jê westiyayî ye ew şerên bê-jimar in ku Îsraîl di nav re derbasbûye ji wê roja 60 sal berê ku dewleta wan hat avakirin.

Martin Blecher xortekî ciwan e ku niha giraniya xebata xwe daye ser nasandina Israîlê û dostaniyek navbera kurd û cuhîyan de Martin, yek ji rêvebirên Gruba Israilê ye, grubekê lobbyê.

- Îro welatek me heye, dibêje Martin Blecher. Cara yekem di dîrokê de em dikarin xwe biparêzin. Lê pêwîste Îsraïl mafê li-kêleka-hev-jiyana bi Filistîniyan re jî qebûl bike. Îdeal, çareseriyek dû-dewletî ye, dibêje Blecher.

Tiştê herî balkêş ya vê dewleta ciwan nasnama wê ya netewî ye. Ji ber ku cûhî xwe hem weke olekê û hem jî xelkekî dibînin. Martin Blecher jî qebûl dike ku Îsraïl jî bi cihûyên ji nijatên cûda yên wekî Afrîkî, Awrû-Emerîkî û Rojhilatanavînî weke mîniyarekê Emerîkayê ye. Bi gelek awayên xwe jî system û stîla jiyana wê bêtir rojavahî ye. Welatek rojavahî li rojhilat?

- Belê îfadeyek xweş e, dibêje Blecher.

Bi vî re îro gelek problemên ji hêla nihatperestiyê ve jî dişibe welatên rojava. Cûhiyên ji Ewropa û Emerîkayê xwe ser yên ji rojhilata navîn û Efrîkayê dibînin. Çermsipî li dij cermreşan nijatperestî dikin. Ango nijatperestî ne tenê navbera ereb û cihuyan de heye herweha di navbera cihuyan bi xwe de, qebûl dike Martin Blecher.

Lê van salên dawî piraniya kurdan jî pê hesiyan ku gelek kurdên cûhî hene û piraniyek mezin ji wan li Israîlê dijîn. Martin Blecher dibêje:

- 50 hezar kurd hene li Israilê û cûhiyan di dîroka xwe de bi qasî ku xwe li Kurdistanê ewle hîs kirin tu deverek din hîs nekirin. Girêdana me ya bi Kurdistanê re ji bo wê yekê jî xurt e ji ber ku pêxemberê me Hz. Ibrahim li Kurdistanê hatibû dine.

Martin Blecher dibêje ew qebûl dike ku Israîl jî di helwesta xwe ya li hemberî kurdan de dû-standardî dike. Bi kurdên başûr re dost lê di mesala bakûrê Kurdistanê de alîgiriye Tirkiyê dike. Blecher dibêje:

- Ev helwesta Îsraîlê ne di cih de ye. Gereke kurd weke dost bêne dîtin, ne Tirkiyeyêk ku ji gelek aliyên siyaseta xwe ve dijîtiya Îsraîlê dike.

Martin Blecher behs dike ku Gruba Israîlî û rêxistinên ciwanên kurd niha danûstendinên xwe xurt kirine. Bi hev re li dijî îran û siyaseta tirkiyê xwepêşandan li darxistine.

Martin her weha hêvî jî dike ku ciwanên cûhî û yên kurd bi hev re biçin serdana Israîl û Kurdistanê, ji bo ku hevûdû ji nêz ve nasbikin…

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".