Håkan Syrén, Fermandarê gîştî yê Swêdê. SCANPIX

"Swêd dê nikaribe xwe biparêze!"

Nîqaşên li ser kêmkirina bûtçeya artêşa Swêdê berdewam in.

Fermandarê gîştî yê artêşê Håkan Syrên di civînek çapemeniyê de duh got heger rewş wuha be dê ewê nikaribin wezîfa parastina Swêdê bicîh bînin:

- Wezîfa me ya îro, ku hikûmet û rîksdagê xuya kiriye, ”parastina axame ye ya li hemberî êrîşeke çekdarî ye. Nirxandina min ev e ku; bi wan biçûkkirinên artêş ya ku em niha dikin dê qabîlyeta me ya di vî warî de gelekî bê sînor kirin, dibêje Syrên.

Di civîna çapemeniyê duh de fermandarê gîştî Håkan Syrén got gereke ew ji ber kêmkirina bûtçeya artêşê di nav seranserê rêxistina parastina Swêdê de guhertinên bingehîn çê bikin, lê ku wî ji hikûmetê re jî gotiye ewê nikaribin van guhertinan di nav wê demê de ku hikûmetê xuyakiriye pêk bînin.

Hikûmet dibêje êdî weke berê talûkeyek dagerkirin an jî êrîşeke çekdarî li hemberî Swêdê tuneye. Ji ber vê yekê jî pêdivî bi artêşek weke demên berê tuneye. Lê fermandarê gîştî Syrên bi hikûmetê re ne hemfikir e. Sedemê vê jî pêşveçûnên li Rusyayê ye ku salên dawî hêza xwe ya leşkerî xurt kiriye.

Lê serokwezîr Fredrik Reinfeldt dibêje:

- Hikûmetê tespîtkiriye ku di beşa material de derfet hene ku çûndinên aborî kêm bikin. Ew derfet hene. Li hêla din di beşa şandina hêzên aşîtiyê de me berê jî gotiye ku heger pêwîst be em dikarin bêtir pare bidin.  Lê divêt ev bi kêmkirina butçeya material re were kompansekirin, dibêje Reinfeldt.

Fermandar Syrén dîsa jî neçar e ku artêş biçûk bike. Bi vî re dê tumenekê tanqan û fîloyekê balafirên şer werin rakirin, û li kêleka beşên hêzên deryayî her weha navbera şeş û heşt garnîzonan li bajarên cûda yên Swêdê werin girtin, ji ber ku jimara cihên perwerdeya leşkerî gelek zêdeye. Ev jî tê wê wateyê; dibe ku 2500 kes di nav parastinê dixebitin ji kar werine avêtin. 

Kêmkirina butçeya artêşê ne tenê ji ber pareyê kêm hikûmet dide wê ye. Her weha artêş bixwe jî salên çûyî butça xwe derbaskiriye û milyarek û nîv kron zêde pare serf kiriye. Divêt ew niha cihê vî pareyê jî dagirin.

Şefredaktorê rojnama Svenska Dagbladet a muhafezekar a serbixwe Anders Linder dibêje:

-Ez fam nakim çima hikûmet ji ber kêmasiyên rêvebirên artêşê gelê Swêdê bi parastinek qels ceza dike:

Lê endamê komisyona parastinê ya rîksdagê Allan Widmanê ji partiya gel a hevkarê hikûmetê bersiv dide:

- Stratejiya nû ya Swêdê ew e ku bi xurtkirina ewlekariya navnetewî her weha xurtkirina parastina Swêdê ye. Ev stratejî îro hem ji hêla Yekïtiya Ewropa û hemjî Natoyê ve tê pêkanîn.

Pirsa her kes dipirse ev e gelo dê artêş bi vê kêmkirina butçeyê çawa wezîfa xwe bicîh bîne? Bersiva vê yekê Serok-wezîr Fredrik Reinfeldt wuha dide:

- Wê demê divêt em ji hemû siyasetvanên li welêt bipirsin; kê dixwaze bêtir pare bide artêşê? Sosyaldemokrat dixwazin butçeya leşkeran bi 7 milyar kronî kêm bike û Partiya çep bi 15 milyar kronî.

Û kêmkirina hikûmeta burjuwa ya 3-4 milyar kronî li beramberî vana dîsa jî hindik e. Niha wezîfe li ser fermandarê gîştî Håkan Syrên e ku li ser pêşeroja wan kesên dê ji karên xwe yên artêşê werine avêtin jî bifikire:

- Emê giraniya xwe bidin ser wê yekê ku ji wan kesên ji kar têne derxistin pêşeroj û karîyerên nû peyda bikin, dibêje Håkan Syrén.

Di vê navberê de li bajarê Arvidsjaur a ku aboriya wê bi gelek aliyan ve bi hebûna bingeh, garnîzon û xebata artêşê ve girêdayî ye xemgîniyek heye. Mirovên li kolanên bajêr dibêjin; ev demeke ev tişt tê nîqaşkirin, biryar ne supriz e, û xanimek jî dibêje bingehên artêşê li bajêr hatin bicîhkirin weke xurtkirina aboriya herêmî, ji bo vê biryarên dawî nebaş e.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".