Vaksînek nuh ji bo zarokan

Ji 1ê heyva 1ê û pê ve, dê û bav dikarin zarokên xwe yên biçûk li dijî bakterîyên bi navê pneumokocker aşî an vaksîn bikin, li gor biryara Midûrîyeta Giştî ya Karûbarên Civakî, Socialstyrelsen.

Bakterîyên Pneumokocker dikarin bibin sedema enfeksyonên sivik yên wek îltihabên an kulbûna guhan û sînuzît, lê her weha nexweşîyên girantir wek jehrîkirina xûnê an enflamasyona tora mejî. Û loma ev vaksîn an aşî li hember Pneumokocker dibe beşek ji bernameya vaksînê ya giştî ya ji bo zarokên biçûk, yanî zarokên di navbera 3 mehenî û salekê.

Lê divê dê û bav bi xwe herin Vårdcentralê û aşîyê bixwazin: cara yekem dema zarok 3 mehenî ye, cara duyem dema 5 mehenî ye û cara sêyem û dawîyê jî dema ku zarok 12 mehenî ye.

- Lê ev vaksîn li dijî her tîpa Pneumokocker mirov naparêze, ji ber ku ev bakterî piçek aloz e, lê li hember 7 Pneumokockerên cuda diparêze û ev rêjeyeka ji %60-70 ya zarokên ku bi nexweşîya înfeksiyonî ya Pneumokocker dikevin e, dibêje Anders Tengell, şefê beşa Parastina vergirtina nexweşîyan e di Midûrîyeta Giştî ya Karûbarên Civakî de.

- Pirtir zarokên gelek biçûk û salmezin bi vê enfeksyonê dikevin, loma ku mirov zarokên xwe aşî bike bandorek posîtîf li ser kal û pîrên wan jî çêdibe, yanî rîska wan ya wergirtina enfeksyonê kêmtir dibe, dibêje Anders Tegnell:

Li gor Enstîtuya Parastinê ya vergirtina nexweşîyan (Smittskyddsinstitutet) Bi nîvê zarokên ku diçin pêşdibistanê re ev bakterî hene.

Di sala 2006an de 98 zarok bi vê enfeksyonê ketin û 5 ji wan jiyana xwe wenda kir. Lê sedî 65 ji zarokên ku bi vê nexweşîyê an efkesyonê ketin, dikaribûn bihatana parastin, heger ji berê ve aşî bibûna.

Loma Socialstyrelsen niha biryar daye ku aşîya li hember bakterîyên Pneumokocker dê bibe beşek ji bernameya giştî ya vaksînê ya ji bo zarokan. Lê elbet ev biryar ji bi wîlayetan erzan nîne: Ev aşî her sal li ser wîlayetan bi 200 milyon kironan mal dibe. Ev ji aşî an vaksînên din bihatir e. Lê li gor Anders Tegnell ev perê hêjayê vê fîyatê ye:

- Ev pirseka pêşxistî ye û em dixwazin vê yekê bi cih bînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".