Xwedî dîploma û ne-xwedî dîploma

Tenê mamosteyên bi dîploma divêt karibin karên daîmî wergirin li dibistanan, pêşniyaz dike lêkolîneke dewletî. Wezîrê perwerdeyê Jan Björklund piştgirî dide vê pêşniyazê, her weha sendîka mamosteyan jî…

- Tu kes ji me naxwaze ji aliyê doktorek bê dîploma ve were emeliyatkirn. Pêwîst e zarokên me ji aliyê wan mamosteyên ku di branşa xwe de xwendina wan heye ve werin perwerde kirin.

Ev pêşniyaz dê li ser dibistanên şaredarî û yên serbest ferz bike ku mamosteyên bê dîploma, bi awayeke daîmî negirin kar.

- Bi vî re dê kalîteya perwerdeyê jî bilindtir bibe, dibêje Jan Björklund.

Sala 1995, jimara mamosteyên bê dîploma 2000 kes bûn. Îro ev hejmar 11 hezar e. Heger mirov yên berwext jî kar dikin hesab bike, ji her pênc mamosteyan yek bê dîploma ne. Lê gelo dema  mamosteyek bê dîploma serî li îlana kar nede divêt dibistan çi bikin? Careke din wezîrê perwerdeyê Jan Björklund:

- Qaîdeyek bi vî rengî ku em niha ferz dikin, dê zorê bide şaredarî û dibistanên serbest ku mamosteyên xwe yên bê dîploma bişînin perwerdeya wergirtina dîplomayê. Heger tu kesek xwedî dîploma serî li karê hatiye îlan kirin nede wê demê divêt dibistan bi berdewamî îlan bidin derdorên ferehtir û her weha di dawiyê de şert û şîrûdên wî karî baş bikin ku xebat li wê dibistanê li ber dilê mamosteyên bi dîploma şîrîn bibe, dibêje Björklund

Cîgira seroka Sendîka mamosteyan, Ann Charlotte Erikson dibêje pêşniyaza dayîna karê daîmî ji bo mamosteyên bi  dîploma gelekî baş e.

- Dê ev statuya pîşeya mamostetiyê jî bilind bike.

Lê Eriksson dibêje di warê perwerdekirina mamosteyên bê-dîploma de jî divêt hukumet butçeyeke baş veqetîne ji bo fînansekirina vê.

- Di vî derbarî de hêj hikûmetê behsa pereyan nekiriye.

Ev pêşniyaz bêyî haziriyek fînansekirinê hatine pêşkêşkirin, ev mirov xemgîn dike. Heger çareseriyek neyê dîtin talûke heye ku zarok bê mamoste bimînin, dibêje cîgira seroka sendîka mamosteyan, Ann-Charlotte Eriksson…

Ev biryara hikûmetê dê karibe herî zû di sala 2010 de were  pêkanîn. Lê dikare derengtir be jî, ji ber ku gelek dibistan divêt pêş-hazirî bikin. Lê berpirsa perwerdeyê ya Yekîtiya Şaredarî û Wîlayetên Swêdê, Maria Stockhausa moderat dibêje:

-Her çendî mamosteyên bi dîploma ji yên bê dîploma baştir bin jî, ev di bilindkirina kalîteya perwerdeyê de xuyakar nîne, ji ber ku perwerda mamostetiyê ya li zaningehên Swêdê gelekî xerab e, dibêj Maria Stockhaus.

Yek ji wan ê ku vê nêrînê parve dike Filippa Mannerheim e. Gelo mamosteyên bê-dîploma xerabtir in ji yên bi dîploma?

- Na. Ji ber ku min zêdeyê pênc sal li zaningehê xwendibûn û zanebûna min di mijarên ders de hebû. Di wêje û zimanê Swêdî de dîplomeya min hebû, û her weha daxwazek min ya mezin ji bo dersdayînê.

Filipa ji bo ku karekî daîmî karibe bigire di univêrsiteyê de pedagojî xwend. Lê bi ya wê:

- Perwerda li dibistana mamosteyan min nekir pedagog û mamosteyek baştir.

Belê, gelek mamosteyên bê-dîploma jî nîşan dane ku ew karekî baş dikin. Gelo ne baştir e ku mirov karê daîmî bide wan di şûna mamosteyek bi dîploma de ku dibe ne zêde baş be? Wezîrê perwerdeyê Jan Björklund:

- Heger mirov gîştî binêre mamosteyên xwenda û xwedî dîploma zîrektirin ji wan ên ên bê-dîploma. Lê elbet hîn mamosteyên bê dîploma hene ku gelekî zîrek in. Wê demê divêt mirov derfet bide wan ku bixwînin û dîploma xwe wergirin, dibêje Jan Björklund.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista