Konferansa Îraqê ya li Swêdê

Roja pêncşemê (31 gulan 2008) Swêd ji Konferansa Navnetewî ya Îraqê re malovanî dike. Di konferansê de serok-wezîrê Îraqê, Nûrî El- Malikî, Sekreterê Gîştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon, wezîra karê derve ya Emerîkayê Condoleeza Rice û nûnerên bilind yên gelek welatan beşdar dibin.

Gelo ev konferans çiqas girîng e û dê encamên wê çibin?

Konferansa Îraqê ya ku Swêd jê re malovanî dike di rêzê de ya sêem e. Berya vê Neteweyên Yekbûyî yek li New York û ya dûem jî li Şarm El Şêxa Misrê li darxistibû. Balkêşîya vê konferansê jî ew e ku ew li welatekî endama Yekîtiya Ewropa çêdibe, li Swêdê. Weke bêzanîn Swêd û beşek mezin ji Yekîtiyê li dijî şerê Emerïka ya Îraqê bû. Lê wezîrê karê derve Carl Bildt dibêje Yek¨tiya Ewropa piştgiriyek tam daye vê konferansê.

Rexnegir dibêjin piştî konferansên yekem li NewYork û dûem li Şarm El Şêx li Îraqê pêşkeftinek çênebû. Gelo dê konferansa Stockholmê encamek çawa bi xwe re bîne?

- Divêt hikûmeta Îraqê û her weha beşdar karibin pêşkeftinek nîşan bidin ku Îraq ber bi aşîtî û lihevhatineke navxweyî ve diçe, dibêje Sekreterê kabîneya hikûmeta Swêdê Frank Bellfrage: Her weha divêt mirov hewleke xurt ji hêla Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û welatên cîran ve jî bibîn, ev girîng e, dibêje Bellfrage.

Staffan de Mistura, nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê yê nîv-swêdî-nîv îtalî jî dibêje konferans gelek girîng e:

- Konferansa Iraqê ya li Swêdê di pêvajoyeke gelek girîng de pêktê. Bi ya de Mistura dê di nav vê salê de Iraq bi temamî serbixwe bibe û têkeve nav hevkariya navnetewî.

- Mirov divêt êdî venegere û li dîroka derbasbûyî nenêre dibêje Staffan de Mistura, di derbarê berpirsiyariya Emerïkayê ya tevlîheviya li Îraqê de. Êdî em hemû bi Îraqê re di kêştiyekê de rûniştine.  An dê Îraq bibe welatek serbixwe û bi îstikrar an jî dê tevahiya herêmê têkeve nav kaosekê, dibêje de Mistura.

Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt jî di wê baweriyê de ye ku mirov nikare Emerîka sucdar bike û ji ber vê tu tiştek neke. Alternatîfê hewlnedanê çiye dipirse Reinfeldt:

- Gelo alternatifa hevdîtina serokên siyasî çiye? Em hev dibînin ji ber ku çareserîyekê bibînin. Ev konferansên Iraqê ji pêvajoyek 5 salan pêk tê. Serokatiya pêvajoyê hikûmeta Îraqê dike û Neteweyên Yekbûyî jî hevkar e. Cara yekem dê di vê konferansê de hikûmeta Îraqê diyar bike da wan çi pêşkeftin bi dest xistine. Serok-wezîrê wan Şîaye û divêt ew her weha diyar jî bikin da lihevhatina navbera Şîa, Sunnî, Kurdan û Xíristiyanan di çi merheleyê de ye.

Di konferansa Iraqî ya li Stockholmê de dê bi giranî li ser pirsên aborî, sermayeguzariya şîriketên navnetewî, bazirganiya bi cîhanê re, pirsa penaberan û danûstendinên Îraqê yên bi welatên cîran re were nîqaş kirin.

Di konferansê de, weke ku di destpêkê de ji aliyê wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt ve hatibû diyarkirin, dê mesela Kêrkûkê neyê rojevê. Lê şefê berê yê Enstîtuya Siyaseta Derve, Anders Hellner dibêje ev pirs ji bo hemû aliyên li Îraqê mijarek girîng e.

- Iraq, hinekê dişibe Yugoslavyayê. Rîska ku perçe bibe gelekî mezin e. Ya rastî tu berjewendiyek mezin ya Kurdan tuneye ku weke perçeyekê Îraqê bimînin. Li herêmên kurdan gelekî petrol heye û elbet kurd jî dixwazin parek mezin ji vê ji wan re bimîne, dibêje Hellner.

Lê tevî van nakokiyên mezin nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura, ku ji ber pêşniyazên xwe yên çênebûna referandumek li Kêrkûkê hatiye rexnekirin ji aliyê kurdan ve dibêjê ew di dawiya tunelê de ronahiyek dibîne.

Lê vê ronahiyê Îraqîyên li Swêdê ku serok-wezîr Reinfeldt hevdîtinek bi wan re pêk anîn, nabînin. Ew ne bawerin ji konferansê encamek derkeve û li Îraqê guhertinek çê bibe.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".