20 Hezîran e

Cejna havîn e- Midsommar

Di weşana îro de cejna havînê, midsommar tê pîrozkirin. Pîrozbûna cejna havînê ji kû tê, çima mirov li dora darekî ku bi gul û geya xemilandî weke beqe xwe di hildê û çima keçik heft texlîtê gulan êvara cejna havînê dikine bin balgihê xwe de?

Bi rêya muzîk, mîtolojî û leyistik bersiv wê êne wergirin. 

Gelek kesên ku nû tênê Swêd e dibêjin tiştê ku li Swêd gelektrîn ji wan re ecêb hatîye, ewe dema ku mezin û biçûk li dora darik e bi geya û kulîlk xemilandî weke beqa xwe di hildin û di deynin.

Dîlana di dora darê de yek ji beşeke cejna havînê ya herî grînge. Strana små grodorna, beqên bicûk straneke ku di wê dîlanê divê werê gotin.  

Berî xirîstanî cejna havînê bikne cejnek olî, cejna havînê ji bo pîrozbina roja salê ya herî dirêj dihat pîrozkirin.  Belgeya yekem ku dîyar didê ku ev cejn li welatên bakur hatîye pîrozkirin ji cîrokên îslandîya tê.

Di sedsala 3: an de dêra xirîstanîya cejna havînê bi ola xwe ve girêdan. Cejn bû pîrozbûna rojbûna ewlîyayek xiristîyanîyan, Johhanes döparen ku roja 24 hezîranê ji dayîk bû. Ji hingî ve roja cejna havînê û rojbûna Johannes döparen eynî rojê di hatne pîrozkirin. Lê sala 2003 ev hate guhertin. Niha rojbûna Johannes döparen yekşemba piştî roja cejna havînê tê pîrozkirin.

Roja cejna havînê yek ji wan 17 roja ye ku ala swêd tê hildan. Ji sala 1953 ve ev cejn roja şemîyê di navbera 20-26 hezîranê tê pîrozkirin. Loma her sal cejn ne eynî tarîxê tê pîrozkirin.

 

Sukran Kavak

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".