Êrîş li hemberî qaçaxçîyan

Operasyona li hemberî qeçaxçîyan bi navê Baxdad tê meşandin û kordînasyoneke mezintrîne ku tê kirin di navbera polîsên dewletên di yekîtîya Europa de, Europol û dozgerin wan de, Eurojust.

Vê duşembê polîsan li nih dewletên europa di eynî wextî de bi ser qeçaxçîyên ku penabera ji îraqê tênine Ewrûpa ve girtin. Ji sed qaçaxçîya gelektir hatne girtin û pîlan hene ku hê gelektir werne girtin.

Li swêd 13 kesên ku şibha qacaxçîya  ji wan tê niha di bin kontrola polîsan de ne. Ev kes  li bajarê Malmö, Karlstad, Borås û Umeå hatine girtin.

- Swêd yek ji wan dewletan e ku gelektrîn penaber hatinê de bi alîkarîya qaçaxçîyên di vê tevlîhevê de.  Lê em nizanin bêma çiqas penaberên ji Îraqê bi rêya wan hatine.  Marîe Lind –Thomsen li Dozgerîya navnetewî li Stockholmê dibêj e.

Ulla Ahlbäck pîspora qaçaxçîya mirovan e di nav polîsên  tawankarîyê giştî yê welatî de, Rikskriminalpolisen. Ew dibêj e:

- Polîs nikarê ji sedî sed bêjê gelo çiqas ji van Îraqîyên ku li Swêdin bi rêya qaçaqçîyan hatine.  Bar 18 000 penaber ji Îraqê hatne Swêd e.  Ji sedî 95 ji van bê belge bûn. Hineka arîkarî dane van kesan.

Gelo penaberên ku bi rêya qaçaxçîya têne Swêd e çiqas pera didin?

-  Fîyet dor 150 000 krona ye, Ulla Ahlbäck dibêj e.