AKP di dageha qanûnên bingihî de bi dengekî xwe xilas kir

Partîya Tirkî ya desthilatdar, AKP di dageha qanûnên bingihî de bidengekî xwe xilas kir û nehate qedexekirin. Geleka ji endamê dadgehê dixwestin ku partîya AKP ji pîyaseya sîyasetê werê rakirin. Lê bi heftdenga, li hemberî şeşa wisa nebû.

Karina Mårtesson ji balyozxaneya Swêd e li Ankara dibêjê ew kêfxweş in bi vê biryarê.

- Ev prosesa dadgehkirine derbeke bi kirasê qanûnîde ye. Em kêfxweşin ku ên ku li piştî vê derbeyê bûn bi ser nektin. Da ku hukumet karibê dewletê bi rêve bibin û wê xebata reformê ku wa destpêkirîye lê hê gelek jêre maye, dewam kin.

Prosesa dadgehkirinê ya li hemberî partîya AKP li ser pirsa ku gelo ew bi dîzî dewletê dikine misilman. Ev li dijî qanûnên Tirkî ên bingihî ne. Li gora van qanûna Tirkî ji dema Ataturk ve wê laîkkirî bê, yanî wê dewlet û ol jev çuda bin.

Lê Karin Mårtesson dibêjê problema birastî ne ev bû.

- Gelek di civaka Tirkî de hene ku nikarin yan naxwazin ku Tirkî guhertina bikê. Ewin ku ev prosesa dadgehkirinê anîne meydanê. Û bi vê mehkemê wan dixwestin daxwazê xwey birastî ve*êrin lê dîse bighne encamên xwe.

Partîya AKP, bi rêvebirîya Recep Tayîp Erdogan, partîya Tirkî ya herî mezin e. Ku partî hatibane qedexekirin wî Tirkî bê hukumet mêne. Lê çiqa AKP ne hate qedexekirin ew bi rêya aborî hatin ceza kirin. Nîv ji alîkarîya ku dewlet didê partîyê ya îsal wê ji wan ê sitandin

Gelek biryara dadgehê weke berbihevhatinekê dibînin. Karîn Mårtesson dibêjê ev ne serkeftineke ji sedî sed.

- Serokê dadgeha bingihî got ku ew bi vê biryara dadgehê dixwazin hişyarîkek e cidî bidne AKP di hêla sînorên sîyaseta partîyê ya olî û laîkkirî de.

Sukran.Kavak@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista