Paketa nûçeyan - 11 îlon

Salvegera 11/9 û Swêd

Di 7:mîn salvegera êrîşên 11 îlonê yên li Emerîkayê, tehdîta terrorîzmê ber bi bakûrê Ewropa ve tê, dibêje şef-analîzkara îstixbarata Swêdê Säpoyê, Malena Rembe. Welatê ku herî zêde di hedefê de ye jî Danîmarka ye, ji ber karîkaturên li ser Hz. Muhammed.

- Delîla vê jî êrîşa li hemberî balyozxaneya Danîmarkayê ya li peytexta Pakîstan Islamabadê ye, dibêje Rembe.

Lê Malêna Rembe ya ji Säpoyê ne bawer e ku îro tehdîteke yekser li hemberê Swêdê heye.

- Sedemên vê jî ew e ku Swêd li welatên musluman xwedî îtibarekê baş e, gelek penaberên ji welatên musluman li Swêdê dijîn, ku ev bi xwe tişteke pozîtîf e û her weha Swêd weke aktoreke bê-alî tê dîtin. Wekî din, dijberê Danîmarkayê Swêdê krîza karîkaturên li welatê xwe bi awayeke serkeftî çareser kir, ji ber ku me ji helwesta danîmarkiyan dersekê baş derxist, dibêje Rembe.

Bi ya Malena Rembe ya ji Säpoyê talûkeyek li hemberî ewlekariya welatên bakûrî û Swêdê ew e ku hîn mirov ji vî welatî diçin welatên din û li wir perwerdeya û tecrûbeya leşkerî û çalakiyê terrorîstî werdigirin.

- Heger û dema ew vegerin Swêdê dibe ku ew bingeheke li vir çêbikin ku cihê xemgîniyê be. Ji ber vê yekê tirs heye ku heger şert biguherin dibe ku ev kes bigihîjin wê qeneetê ku li Swêdê çalakî û êrîş li dar bixin.

Lê di halî hazir de tu îşaretek tuneye ku rewşek anjî talûkeyek wusa heye, dibêje Rembe.

- Lê dema şert biguherin dibe ku nîyet jî werine guhertin û têkiliyên bi derve re jinûve werine zindîkirin, dibêje Malena Rembe, şef-analîzkara îstixbarata Swêdî, Säpoyê.

Säpo daxwaza bêtir parêzgerî dike

Îro her weha pêncemîn salvegera kuştina wezîra karê derve ya Swêdê Anna Lind e. Anna Lindh pênc sal berê bi kêrekê li maxazeya NKyê ya li Stockholmê hatibû kuştin. Ji wê rojê ve butçeya Säpoyê ya ji bo parastina Qralê Swêdê. rêvebirên hikûmetê û parlamenteran bi dido caran hatiye zêde kirin.

- Lê ev pare têr nake, dibêje Anders Kassman, şefê beşa ewlekariya kesan li Säpoyê û dibêje. Pêdivî bi bêtir parêzgeran heye, ji bo parastina mirovên di navenda deweletê de.

Säpo di halî hazir de parêzgerên nû digire kar, bi armanca ku sîstema xwe ya parastina 400 kesên di navenda dewletê de jinûve rêxistin bike.

Beriya kuştina Anna Lindh Säpo parêzger tayîn dikir, heger tehdîteke gelek berçav hebûya. Lê îro tedbîrên ferehtir jî têne wergirtin; heger siyasetvanekê zêde derkeve pêş anjî daxuyaniyên ku rê li ber nerazîbûnên mezin vedikin bide. Her weha destûra Säpo jî heye ku agahîyên nehênî ji saziyên dermankirina psîkolojîk jî wergirin, heger nexweşekê rêvebirên sereke yên dewletê tehdît kiribe.

- Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi xurtkirina ewlekariya mirovan heye, dibêje Anders Kassmanê ji Säpoyê. Bi ya wî ew îro bêtir xurt in ku rewşa ewlekarî şîrove bikin û tehdîtên berçav tespît bikin.

Lê gelo yeka weka Anna Lîndh dê kariba perêgerek xwe hebûya?

- Erê, dê karîbûya, dibêje Kassman. 

Maf ji bo kesên bê kaxiz

Wîlayeta Stockholmê soz dide penaxwazên bê kaxiz ku ewê karibin wekî her kesî bibin xwedî mafê lênêrîn û dermankirina acîl. Li gorî daxuyaniyek çapemeniyê ya Partiya çep rêxistina Stockholmê.

- Vê sozê Rêvebira Aboriyê ya Wîlayeta Stockholmê Catharina Elmsäter-Svärd  a moderat da li ser pirs û daxwaza  me ya bi israr, radighîne Birgitta Sevefjortd a ji partiya çep.

- Cihê dilxweşiyê ye ku Elmsäter-Svärd di soza xwe de dibêje ”wezîfa personelên nexweşxaneyan ew e ku li mirovan binêrin û wan derman bikin, ne ku siyaseta penaberiyê bimeşînin”, dibêje Sevefjord.

Mehên buharê serek-doktorên li wîlayeta Stockholmê jî bi daxuyaniyek bang kiribû ku maf were dayîn ji bo penaberên bê-kaxiz ku li cem servîsên acîl derman bibin.

Heta niha sisê wîlayetên Swêdê; Skåne, Jönköping û vê dawiyê Stockholm mafê dermankirina bê pare daye kesên bê destûr li Swêdê dijîn.

ZANA SERIN

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista