Riksteatern bû 75 salî - berê xwe da Amedê

Teatra Netewî, Riksteatern a Swêdê dibe 75 salî. Ev saziya ku weke şanoyek gerok tê nasîn li seranserê welêt bi rêya 230 komeleyên herêmî kar dike. Sala çûyî wan bi tevahî 7 hezar şano û çalakiyên çandî li darxistin. Riksteatern her weha danûstendinên xwe bi derveyê welat re jî hene û Södra Teatern a li Stockholmê jî van salên dawî cih daye gelek hunerên şanoyî yên ji welatên derveyê Ewropayê.

Vê dawiyê jî Riksteatern têkilî bi şaredariyên li Kurdistana Tirkiyê re danîne û Figen Özturk ku weke produktör li vê Şanoya Netewî kar dike dibêje:  

- Bajarê Amedê bûye navenda barkirina gelek projeyên ji Swêdê ku di serî de hatibû pîlan kirin li Stembolê werin pêk anîn.

Bi ya Figen Özturk Stembol ji xwe ji niha ve ji gelek deverên cîhanê proje werdigire.

- Lê me dît li bajarê Amedê daxwaz û meraqekê mezin heye ku bi derveyê welat re têkilî çê bikin û xebata Atolye bi hev re bimeşînin. Ji ber vê yekê me tevahiya xebata xwe ya semîner û şanoyan  bar kir Amedê.

Figen Özturk dibêje di serî de şaredarî hemû sazî û dezgehên li Amedê xêrhatina van projeyên wan kirin û gotin ewê ji bo alîkarî û hevkariyê seferber bibin.

- Elbet hedefa me jî hevkarî ye, em naxwazin ji Ewropa şanoyek bibin wir û wan neçarê temaşekirina xwe bikin, dibêje Figen Özturk. 

Yekem projeya Riksteatern a li bajarê Amedê şanoya ”Li hemberî Dîwêr” e, ku ji fîlma rejîsorê tirk yë ji Almanya Fatih Akin hatiye wergerandinê ser şanoyê. Ev leyistik ewil dê li Swêdê were pêşkêşkirin û pişt re li Amedê. Figen Özturk produktöra leyîstika “Li hemberî dîwêr” e:

- ”Li hemberî dîwêr” yek ji fîlmên herî serkeftî ya li ser jiyana nifşa didûyan ya biyaniyên li Ewropayê bû. Ji ber li Swêdê çîrokên baş ên li ser jenerasyona didûyan tune bû, me biryar da ev weke şano pêşkêş bikin.

Şanoya “Li hemberî dîwêr” di sersala pêş me de dê li Amedê were pêşkêşkirin.

ZANA SERIN

zana.serin@sr.se