Fûara akademîk ya Stockholmê

Sibe çarşem 15 ê heyvê, roja herî dawîye bo şandina daxwaznameyên xwendina bilind li zanîngehan di nîvsala xwendinê ya buharê de.

Fûara akademîk ya Stockholmê halîkariya kesên ku dixwazin bixwînin dike, ev fûar ji sala 1998 de tên li darxistin û armanca wan ew e ku bibin wekî rêxistineke taybetî, tê de bêhtirînê zanîngehên ku li Stockholmê peyda dibin kom bibin li jêr yek banê de. Ew dixwazin jî bajarê Stockholmê diyar bikin wekî navendeke akademîk ya neteweyî û hem jî navneteweyî. Li fûarê bi xwe ya ku tên li darxistin li nîv bajêrê Stockholmê, li Kulturhuset, çend zanîngeh û destgehên girêdayê xwendina bilind peyda dibin.

Sherok Lindgren, wekî berpirsa agahdariyê kar dike di vê fûarê de bo pirsên girêdayê xwendinê. Ew halîkariya kesan dike di awayê daxwaza xwendinê de û hilbijartina zanîngehên cuda. Ev sala çareme Sherok kar dike li vê fûarê û ew dibêje ku temenên kesên ku tên fûarê tevlîheve, lê vê carê bêhtirîn keçên ciwan serî li fûarê didin.

Derbarê şîretên ew dixwaze bike li kesên dixwazin bixwînin li zanîngehan de Sherok Lindgren dibêje: beriya her tiştî mirov karê têkeve malpera studera.nu de û li xwendinên cuda binere di vê malperê de û bibîne bê çi munasibê mirov e. Divê mirov dereng nebe di hizr kirinê de û li paş nemîne. Bila mirov jibîr neke ku herdem divê mirov li gor dilê xwe xwendinê hilbijêre û di heman dem de jî hizra pêşerojê bike û hebûna kar di mecalên cuda de. Ev yeka kare baş be bo ku mirov li mal rûnenê piştî xwendinê û deyindarê qerzê xwendinê be yê CSN. Dil û mêjî divê bi hev re bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".