Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Enfluensa vê salê

Hat weşandin måndag 20 oktober 2008 kl 12.50

Virusa enfluensa ya vê salê tên gotin ku bêhtir êrîşkare û dijware ji salên berê. Tên bawer kirin jî ku enfluensa vê salê kare gelek kesan bikuje.

Li gor înstîtua parastina vegirtina nexweşiyan, Smittskyddsinstitutet, ta nuha çar kes bi enfluensa mirinin. Ji ber vê yekê sîret tên kirin ku ew kesên zanin di rewşeke xeter de nin xwe vaccsin bikin, deziyê dijî enfluensa li xwe xînin.

Annika Linde, epîdemiloga hukumetî ya Swêdê, Sveriges statsepidemiolog, dibêje ku ev derzî bixwe ne parastineke temam û kafî ye.

- Belkî ev derzî paratinek be bo wan kesên genc bin û systema paratina laşê wan xurt be. Derberê kesên temen bilind, belkî 5 ji 10 kesan paratineke baş û temam distînin, ji ber ku ew kesên temen bilind sîstema paratina laşê wan ne gelekî başe û zûtir nexweş dikevin. Ne bi hesaniya bo wan ku ev vaksîn bandora xwe bike li laşê wan.

Dora 1000 kes mirin sala par ji ber enfluensa yê, lê gelo mirov çawa zane ku enfluensa hêrîşî laş kirye? Doktor Alan Fotuhi li nexweşxaneya Karolinska kar dike li Stockholmê û beşdar bû di vê şîrovê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".