Xwefirotin li ewrûpayê

Sexköpslagen, qanûna kirîna seks qanûneke ji yekê çileya pêşîn de sala 1999 hate li dar xistin, dijî kirîna seks e li Swêdê. Li gor vê qanûnê ew kesê têkiliyeke cinsî mueqet ji xwe re peyda bike bi peredanê, hikmê zindanê kare bistîne ta şeş heyvan yan jî cezê xwe bi pera bide.

Bi vê yekê diyar dibe ku firotina seks ne qedexeye, lê hewildana kirînê û kirîna seks bixwe qedexene li Swêdê. Swêd welatê yekemîn bû di temamê cîhanê de bi danîna qanûnekê mîna vê qanûnê. Kesên vê qanûnê diparêzin dibêjin ku xwefirotina bi pera tên dîtin wekî bindestiyeke bo jinan di civakê de, ev yekê dijî wekheviyê ye û divê mirov li dijî wê kar bike.

Îro roj pêşketina rewşa xwefirotinê li welatên ewrûpayê de gelek rê standinin, di hindek welatan de xwefirotina bi pera qebûlkirî ye û tên lê nerîn wekî karekî normal û qanûnên wan welatan kar dikin bo ku şert û mercên qebûlbar ji kesên di vî warî de kar dikin peyda bikin. Welatên mîna Almaniya, Britaniya, Holanda û Swîsra. Li welatina din hukûmet kar dike bo ku xwefirotinê bi carekê rabikin.

Swêd di kategoriyek sêyemîn de ye û dema karê dijî xwefirotinê destpêkir kirîna, seks hate tewanbar kirin li Swêd 1999. Beriya sala 1999 de, qedexe bû li Swêdê karê organise kirina firotina seks yan saz kirina cihekî taybetî bo vî karî li Swêdê. Eger mirov li welatên bakur binere, cudabûn heye di qanûnên welatan de derbarê tewanbar kirina xwefirotinê. Wekî nimûna li Danmark xwefirotin qebûl kiriye û wekî karên din, ev kara tên zikat kirin.

Herçend cudabûn hebe derbarê vî karî di qanûnên welatên bakur de, diyare ku dîtineke wan ya hevbeş heye derbarê xwefirotinê. Dîtina ku welatên bakur xwefirotinê wekî astengiyeke civakî dibînin û bi pêwîstiya xebateka siyasî ya civakî ye. Ev dîtina hate pêşkêş kirin 19 yê cotmehê, di projeyeka lêkolînê de derbarê xwefirotinê li welatên bakur.

Ev derbarê qanûnan bû, lê îro li Swêdê 6 ji 10 jinên Swêdî, dixwazin firotina seks hem jî qedexe bibe. Di raporên cuda de diyar e ku piştgîriyeke baş heye bo qanûna kirîna seks nav miletê Swêdê de, 7 ji 10 kesan dixwazin ev qanûn bimîne.

Lêkolîner gihanin wê encamê ku ev qanûn bandoreke baş û posîtîv diyar kiriye. xwefirotina ser cadeyan kêmtir bû ye ji sala 1995 de. Lê her dîsan jî kes nizane bê firehbûna warê xwefirotine çend mezin e îro. Di vê demê de girêdana têkiliyê bi kesên seks difroşin re, hasanîtir bû ye. ji ber pêşketina mezin ya teknîkî.

Lêkolînerê ji zanîngeha Göteborg, Jari Kousmanen dibêje ku internet formên cuda yên xwefirotinê bi pêşxistî ye, formên ne girêdayê qanûna kirîna seks.

- Bêhtirînê caran em hizir dikin ku jinin yên xwe difroşin û mêr seks dikirin, lê bêhtirînê lêkolînên ku min dîtinin li welatên bakur û yên li welatên ewrûpî de, diyar dikin ku gelek xort û mêr xwe difroşin. Ev yeka milet û hem jî lêkolîner ecêbmayî kiriye.

Mêr xizmetên seks difiroşin di temenê navbera 15 ta 25 salî de, lê bazara wan li wê derê disekine. Bi temenê wan re qîmetê wan dişke di bazarê de.

Ji ber di cîhana homosexuelan de bêhtirê caran mêr temen bilind çavê xwe li xortên genc digerînin û heman proses peyda dibe di cîhana heterosexuelan de, lê diyare ku jin her çend temenê wan bilind dibin, dora 30, 35 û 40 salî jî her karin berdewam bin di karê xwe de.

Wekî ev lêkolîner jî got diyare ku daxwazî bêhtir heye bo kirîna seks ji jinan ji ber ku ew karin di demeke dirêjtir de kar bikin. Ev yeka hiştiye ku netverk û torên firotin û ravandina jinan bi qeçaxî derbasî koleya seksuel ya derveyê welat bikin. Ji ber vê yekê Swêd qanûnek danî sala 2002 dijî bazirganiya mirovan. Cezeya bazirganiya mirovan, zindan e ta 10 salan. Hem hewildan yan amadekirin karekî bi vî awayî kare tewanbar e.      

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".