Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Rojên çanda kurdî li Gävle

Rojên çanda kurdî tên saz kirin li bajarê Gävle, Kurdiska kulturdagar, ji 21 ê cotmehê de dest pê dike û berdewam e ta 8 ê mijdarê.

Du hundurê van du hefteyan de wê gelek çalakiyên çandî bên li dar xistin, wek pêşangehan, şanogerî, muzîk û civînên edebiyatê.

Hunermendê kurd Seyda bi tabloyên xwe yê siyasî bi stîla hunera karîkatur beşdar dibe, şanogerê kurd Kemal Görgu beşdar dibe bi pêşkêşkirina şanoya bi navê, En resa med Abraham, rêwîtiyek bi Abraham re. Li kitêbxaneya bajarê Gävle jî wê pêşangeha bi navê, Cacim, vekirî be bo kesên bixwazin çanda kurdî bibînin û karên dest di çêkirina cacim û keliman de. Ev rojên çandî bi muzîk û govenda kurdî temam dibin.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".