Nûçe

* Mezintirîn bankên Swêdê wê îro û sibê raporên xwe yên sêmehî pêşkêş bikin. Kêm caran feyde û xisarên wan bankan balkêşiyek bi vî awayê çêkiriye di demên tevlîhev de bo reşa global ya aborî, wekî nuha.

Handelsbanken ya yekemîn bû nav bankande, dema encamên xwe yên sêmehî pêşkêş kir, û diyar bû ku baştir bû ji ya dihat pêşbînî kirin. Handelsbanken qezenceke tevgerê ya baş pêkanî, nêzîkî 3,8 miljar kron di sêmehiya sêemînde, ev yeka tê bi maneya ku Handelsbanken qezenca xwe bilind kir bi 200 miljonan danberhev bi sêmehiya hem demê dê sala par. Di heman dem de jî krona swêdî hate şikandin îşev. Vê sibehê jî euro bi 10,15 kronan bû û dolarek bi 7,95 kron bû.

* Enstîtuya parastina vegirtinê, smittskyddsinstitutet, naxwazin êdî halîkariya polîsan bikin di gera wan de, dû kesên ku hîv belav dikin di Swêdê de. Enstîtu dibêje ku ev karê dayîreyên tiba hiqûqî ye, rättsmedicinska myndigheter.

Belav kirina hiv bêhtir bû ye li Swêdê û herçend mecalên lênerînê baştir bûnin, ev nexweşî her cidî ye. Tevlî vê yekê jî enstîtuya parastina vegirtinê, smittskyddsinstitutet, naxwaze halîkariyê bike di lêgerîna dû kesên ku hiv belav dikin û yên ji ber vê yekê tên xwestin ba polîsan.

Ew dixwazin ku labratoriyên tawankar yên teknîkî bi van analîzan rabin. Smittskyddsinstitutet, enstituya paratsina vegirtinê, dibînin ku cezeyên dirêj dikeve riya karê pêşî lêgirtina dijî hiv de, ji ber ku êdî gelek kes newêrin herin û xwe test bikin, bo ku bibin eger ew bi hiv ketibin yan na. Bi dîtina professor Jan Albert, divê mirov li hiv binere û kar ser bike wekî nexweşiyên din yên vegirtinê, li gor qanûna parastina vegirtinê.

Di qanûna Swêdê de îro, ew kesê bi hiv ketibe û bi nexweşiya xwe zanibe û her dîsan jî peywendiyeke cinsî kiribe bi kesekî re, kare hukmê zindanê wergire navbera salekê ta deh salan de.

* Li gora rapora WII, World Internet Institute, enstîtuya Internet ya cîhanî, ku li hînbûna bi karanîna swêdiyan nerî ber internetê, hate diyar kirin ku 50 ji sedî ji zarokên pênc salî ber internetê rûdinên. Ev yeka tirs xistiye dilê gelek swêdiyan de ku materiyalên ne munasib têkeve destê zarokan de.

Di vê raporê de jî hate diyar kirin ku di sala 2008 de 90 ji sedî ji kesên ser 18 salî de karin internetê peyda bikin li deverekê, 81 ji sedî interneta wan li malê heye. Nêzîka 9 ji 10 kesên ku Internet bi kar tînin ji miletê swêdê, bredband ya wan heye.

Îro roj nîvê pênc saliyan derbasî Internet bûnin, ev hejmar wekî ya nehsaliyan bû beriya çar salan. Temenê zarokên derbasî Internet dibin kare këmtir jî bib evan salên li pêşiya me, kare bigihêje sê saliyan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".