Partiya Moderatan ne yekin derbarê pirsgirêka penaberan.

Qanûnên nû yên derbarê koçkirina hêza kar ya ji heyva çileya pêşînde dest pê dikin, partiya Moderatan ji hev belav kiriye. Çend ji endamên parlamana swêdê ji partiya Moderatan, dixwazin ku penaberên veşartî û yên bê kaxez rûniştina swêdî wergirin eger karibin îsbat bikin ku xwedan karin. Bi vê daxwazê endamên partiyê dijî hukûmetê disekinin û hem jî wezîrê koç yê Swêdê Tobias Billström di vê pirsgirêkê de.

Di heyva çileya pêşîn de, qanûnên nû tên danîn û bi kar anîn bo koçkirina hêza kar bo Swêdê. Nuha jî çendin ji endamên parlamanê ji aliyê partiya Moderatan ve, dibînin ku ew kesên penaber yên xwe veşartinin piştî ku reda hatibe, gerek rûniştinê wergirin eger xwedan kar bin. Endama parlamanê ji aliyê partiya Moderatan ve, Ullrika Karlsson bi vê dîtinê re ye û dibêje:

- Bi zehmet e ku bersivekê peyda bikim bo pirsa çima ew kesên li welatê me jiya bin di demeke dirêj de û di şirketekê de kar dikin ku bi pêwîstiya wî kesî bin, mecbûr dibin ku vegerin welatên xwe bo ku li wê de daxwaza hêza kar ya koçkirî bikin, ya belkî dirêj bike ta salekê û paşî vegerin dîsan ji ber ku karek peyda kirinin.

Hukûmet dixwaze hêza kar ya koçkirî bi hesanîtir bi rêve here bo Swêdê. Ji berê ve pevçûn çê bûye nav hevbendiya siyasî de derbarê formên van qanûnan, û nuha tên diyar kirin ku beşek ji endamên Moderatan dixwestin qanûnên çavfireh û baştir hatibana danînin bo di nav wan de, penaberên veşartî.

Ullrika Karlsson, dibînê ku hem penaberên veşartî, ew penaberên xwe veşartibin piştî biryara reda wan hatibe, û hem jî ew kesên li vê de dijîn yên bê rûniştin bin û daxwaza penaberiyê nekiribin, ji wan kesan re tên gotin penaberên bê kaxez, karin li Swêd bimînin eger diyar bikink u karekî wan yê spî heye. Ev îmkan gerek hebe di tenê di çend heyvan de û bên bi kar anîn di zûtirîn dem de.

Ullrika Karlsson dest bi nivîsandina pêşniyazekê kir di payizê de bo parlamanê û ew dibêje ku navbera 20 ta 30 endamên ji partiya Moderatan amade bûn ku ser vê pêşniyazê îmze bikin. Yek ji wan Göran Lindblad bû.

- Gelek ji van kesan nikarin vegerin welatên xwe ji ber sebebên cuda. Ez dibînim ku ev destbelabûnek bisehm e ya mirovên zîrek yên karin û dixwazin kar bikin. Em wê demê karin ji beşekî bazara karê reş xilas bin û ez vê yekê dibînim weke kiryareke dilxweşkar.

Lê Ullrika Karlsson, biriyar da li gel endamên din ku vê pêşniyazê eşkere nekin, ji ber kare pêşniyaza hukûmetê derbarê hêza kar ya koçkirî dereng bixe, ya ku parlamana Swêdê biriyarê ser dide di demeke kurt de.

Prtiya Moderatan grûpeke kar pêk anînin nuha, bo ku li rewşa penaberên veşartî û yên bê kaxez binerin, li gor Ullrika Karlsson, dê ev grûpa pêşniyazê pêşkêş bike di çileya paşîn de, heyva yekê.

Di heman dem de jî ev hizra ne bidilê wezîrê koç yê Swêdê ye, Tobias Billström, ku mecal vebe bo penaberên veşartî û yên bê kaxez û bibin biyaniyên hêza kar yekser ji Swêdê bi xwe.

-Dîtina min ew e ku ew kesên li gor qanûnê herin bi awayekî durist, bêgoman kare bibe xwedan wê îmkanê ku rêya xwe biguhere, li gor pêsniyaz û biriyarên parlamanê. Wezîrê koç yê Swêdê, Tobias Billström berdewam dike û dibêje ku ev pêşniyara wê ne bidilê miletê swêdî be.

- Li ba me koçkirina bi awayê azad tune ye bo Swêdê. Miorv nikare hema bê vê de, xwe veşêre û paşî xwe diyar bike û biryarê bide ku bimîne ji ber ku aliyê qanûnî munasibê rewşa wî kesî bi xwe ye. Ez bawer nakim ku têgihiştinek yan balkêşiyek ji vî alî ve peyda bibe ba miletê swêdî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".