Nûçeyên 7 çileya paşîn 2009

* Li gor statistikeke nû ji daîreya kar ve, Arbetsförmedlingen, tên diyar kirin ku hejmarên kesên ji kar hatinin avêtin hîn bêhtir dibin û ev yeka krîsa aborî ya ji destpêka salên 1990 de tîne bîra mirovan. Li gor vê statîstîkê 17.960 kes hatin avêtin ji karê wan di hundurê heyva çileya pêşîn de, december ya 2008 danberhev bi 2.397 kesî di heman heyvê de sala beriya, 2007.

* Di demên sermayê de xeter peyda dibe ser tenduristiya, mirovên bi nexweşiyên dil û rehan bin û hem nexweşiya şekir bin, diabetes, ji bilî wan jî kesên temen gelek biçûk û hem yên temen bilind gerek hişiyarê xwe bin di demên sermayê de û dereceyên biniya sifirê de. Sebeb ew e ku bêhtirînê caran gerana xwînê di laşê wan de ne zêde baş e, bi taybetî di rehên xwînê yên biçûk de di tilî û pêçiyan de. Sedemek din ya dihêla laş bêhêz be û nikaribe xwe biparêze dijî sermayê, kişandina çigara ye û vexwarina alkolê ye.

* Îro kêm jin peyda dibin di cihên desthilatî de yên siyasî li Swêdê. Di partiya socialdemokratan de û hem ya moderatan de, partiya mihafezekar kêm jin rûniştîne wekî karmendên siyasî yên bilind di temamê welatî de. Kêmtir ji sêbeşekî ji nûnerên partiyê îro roj jinin. Tên daxwaz kirin nuha ku partî karbikin bo dabeşkirineke wekhevî nevbera jin û mêran di nav karmendên kar dikin di partiyê de wekî ew siyasetmedarên bi bawerî hatinin hilbijartin ji aliyê milet de. Lenita Freidenvall, siyasetnas e li zanîngeha Stockholmê û derbarê vê rastîyê wisa dibêje:

- Wekhevî ne tişteke ji ber xwe ve tê. Ev derbarê desthilatiyê û hêzê ye, bo ku mirov bibe xwedan desthilatiyê divê mirov desthilatiyê bi destê xwe de bigire û karekî hêja û aktîv bike.

Herdû partî, socialdemokrat û moderat, partiya mihafezekar, bo wekheviya navbera mêr û jinan de kar dikin nav siyasetmedearên xwe de yên hatinin hilbijartin. Lê ev tenê ne bes e, li gor Lenita Freidenvall, ji ber gelek biriyarên giring tên sitandin nav karkerên siyasî de yên partiyê.

Nûnerên partîyan bêhtir li derve kar dikin di herêman de, karê hevkariya navbera karên siyasî ve û peywendiyên bi birêvebiriya partî re dikin. Ew xwedan cihên giringin di partîyan de, li gor gotinin Lenita Fredenvall. Beriya her tiştî ji ber ew biawayekî tememî kar dikin bi siyasetê ve.

- Ew kasên bi bawerî hatinin hilbijartin di herêman de, karin tevahiya dema xwe deînin ser siyasetê û karê wê danberhev bi siyasetmedarên kar dikin di dema xwe ya vala de. Ew karin nav wan de bin û biriyaran wergirin di rojevê de, ew karin biriyarê bidin ser amade kirinê de, karin biriyarê bidin ser ajendayê. Ew karin hem biriyarên libergirtinê jî wergiring û ev yeka të bi maneya desthilatiyeke mezin.

* Gelek zarok nearamin derbarê aborîyê û hizra wê gelekî dikin. Hîna konjuktura nizim destpênekiye, lê nearamiya derbarê aboriyeke xirab û bêkariyeke zêde zû xwe belav kiriye, ne tenê nav mezinan de lê hem nav zarokan de jî. Ev agahdarî li gor sekreterê giştî yê rêxistina Bris, Göran Harnesk, rêxistina mafên zarokan di civakê de, yê bersiva gelek telefonên zarokan dayê, zarokên xemgîn bûnin piştî dema cejina zayinê, jul, ji ber pîroz kirina cejinê ne wekî hêviyên wan hate pîroz kirin. Sekreterê giştî yê rêxistina Bris, Göran Harnesk:

- Nearamiyeke bi hêz peyda bû derbarê rewşa aborî û pêşketina wê. Nearamiya derbarê rewşa malbatan û bê çawa wê xwe bi xwedan bikin, zarokên dipirsin gelo ez dê ci berivê bidim dema ji min bên pirsîn te çi diyarî wergirt di cejna zayinê de? Belê, min çi diyarî wernegirtin ji ber rewşa me ya aborî ne baş e. Ew kesên telefona rêxistina Bris dikin, rêxistina mafê zarokan di civakê de, zarokên bi awayên cuda di rewşên dijwar de derbas bûbin.

Lê gelo çi şîretan li van zarokan dikin, dema ew telefon dikin. Bêhtirînê caran bi zehmete mirov zarokekeî têbigihîne dema ew berpirsiyariya rewşeke aborî ya xirab davêjin ser xwe. Sekreterê giştî yê rêxistina Bris, Göran Harnesk careke din:

- Beriya her tiştî giring ku mirov zarokê têbigihîne ku ew ne mecbûrên temamê berpirsiyariyê bavêjin ser milên xwe, weke zarok mirov barekî giring radike, paşî em hewil didin ku em ji wan re ronî bikin ku ew ne bi tenê ne. Herdem aramiyeke dema mirov hizir bike ku kesên din jî di rewşën dijwar de derbas dibin. Di hizra mirov de ku mirov bi tenê di astengiyên bi vî awayî de derbas dibe. Me bi awayekî eşkere bala xwe dayê de ku gelek di demên dijwar de derbas dibin di dema cejna zayinê de, ya bi swêdê jê re tên gotin jul.

*Em nuha diçin cîhana filîman û xelatên wan, bi taybetî xwlata filiman ya bi navê Guldbaggen. Roja sêşemê namzed nîşandanên vê salê, 2009 bo xelata Guldbaggen hatin pêşkêş kirin. Filimê herî dengê xwe da filimê bi navê, ”Maria Larssons evîga ögonblick” bû, derbarê jiyana wênêkêşa swêdî Maria Larsson e.   Ev filima hate namzedkirin 8 caran û bi vê yekê jî kete dîrokê de, wekî filmê gelektirîn caran hate namzed nîşan kirin û derhênerê film bi xwe Jan Troell, piçekî ecêbmayî bû.

- Ev bi bandoreke gelekî mezine, min bi xwe nizanîbû ku ewqas katêgorî hebûn mirov karîbû di wan de bên namzed nîşandan, îca ev bi gelkî bêhtir bû ji ya ku min hêvî jê dikir ku bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".