Muzêxaneya etnolojî Trafficking, bazirganiya mirovan nîşan dide salê tevî

Her sal nêzîka 500 jin tên Swêdê wek qurbaniyên Trafficking ê, ew jinên tên firotin, ev li gor polîsên tewankariyê yê tevaya welatê Swêdê. Bi armanca ku bazirganiya mirovan, kirîn û firôtina wan bînin ber çav û hewildana rawestandina vî karî, nuha pêşangeheke taybetî hatiye li dar xistin derbarê Trafficking li muzêxaneya etnolojî li Stockholmê. Bianca Leidi, berhemnêra vê pêşangehê li muzêxaneyê ye, ew behsa pêşangehê dike û astengiya Traffickingê, ya bûye yek ji astengiyên herî mezin di cîhana me de îro roj:

- Em karin ji vê derê dest pê bikin, ji danasînê de. Em dîwarekî dibînin bi têlên bistirî ser, rêkeke zingar girtî ya mirov gerek têde derbas bibe. Ev hemû derbarê wê yekê ye ku kirîn û firotina mirovan girêdayê sînoran e. Derbarê sînorên mirovan e, bê mirov çi dikin hember hev, çawa em amade nin ku mirovin din bikarbînin û ji wan faydê bikin. Û hem jî sînorên bedenî, sînorên navbera welatan de, ew kesên kar dikin bi kirîn û firotina mirovan gerek sînorên welatan derbas bikin. Ew sînorên ku wekî din gelekî asê û girtî ne. Va ye, li vê deverê nimûneyek heye, wêneyekî runtgen e ya kamiyonekê ye û di vê wêneyê de tên diyar kirin ku çar mirov beşekin ji barê vê kamiyonê, ya wêneyê wê hatiye kişandin ji aliyê gumrika îngilîzî ve.

Pêşangeha derbarê bazirganiya mirovan, Trafficking, hatiye saz kirin ji aliyê mozêya çandacîhanî ve li bajarê Göteborg û beriya nuha hatiye nîşan dan li Lettlandê, Yûnanê, Îtaliya yê û Belcîka yê. Ev pêşangeh ji 11 rawestgeha hatiye pêkhatin yên bazirganiya mirovan ronî dikin di yanzdeh welatan de. Çend ji wan li Îtaliya yê ne, Rûsiya, Amerîka, Albaniya, Almaniya, Hindistan û Thailandê.

Li gor, neteweyên yekgirtî, bêhtir ji 700 000 kes tên firotin di cîhana berfireh de salan e û bêhtirînê kesên dibin qurban, jin û zarokin. Jin û keç bêhtir tên firotin bo xwe firotinê, lê beşek ji wan jî tên firotin bo zewaca bi zor û karên di malan de yan jî wekî hêza kar ya erzan di warên cuda de. Kur bêhtir tên firotin û bikaranîn wekî hêza kar ya erzan.

Bazirganiya mirovan li Swêdê kêm e danberhev bi welatên din re. Li gor polîsên tewankariyê ya tevaya welatî, dora 400 ta 600 jin tên firotin salan e û hem jî beşek ji zarokan tên şandin bo Swêdê. Bêhtirînê kesên tên firotin li Swêdê ji Rûsiyayê nin û welatên baltîk in û bêhtirînê wan tên bikar anîn di warê bazirganiya sex de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".