Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.دەزگای کەشناسیی سوید هۆشیاری پلە سێی بەهۆی توانەوەی بەفرو هەستانی لاڤاوەوە لە هەرێمی یاڤلەبۆرێ ڕاگەیاند

Rewşa Ericssonê ber bi baştir de diçe, lê her dîsan jî karmendan davêjin ji karê wan.

Hat weşandin onsdag 21 januari 2009 kl 16.18

Şirketa telekom, Ericsson, bazar ecêmnayî kir di roja duşemê de dema encamên xwe yê sêmehî eşkere kirin. Li gor berpirsiyarê giştî, Carl-Henrik Svanberg, ev rapor hişt ku pişkên Ericsson bilind bibin.

- Encamên me bi hêzin, bêhtir ji ya me bawer dikir jê. Bi taybetî ji ber hêvîyên me bêhêz bûn di van sê heyvan de û bêhtir di hefteya dawî de. Me danûstandin bi borsafonda Stockholmê re danî û em gihan wê yekê ku zûtir em raporeke kamil pêşkêş bikin.

Eşkere kirina vê raporê diyar dike ku qezenca Ericssonê 6,2 miliyar kronin beriya dana baceyan bo sêmehiya sêemîn û ji ber vê yekê jî yekser Ericsson bilind bû di borseya Stockholmê de jî.

Ev rapora bo şirketa Ericssonê gelekî baş û posîtîv e, lê bo gelek ji karmendên şirketê nûçeyeke nexweş geheşta wan. Şirket nêzîka 5000 karmendî ji kar davêjin, 1000 ji wan li Swêdê nin.

Berpirsiyarê giştî yê Ericsson, Carl-Henrik Svanberg derbarê kêfxweşiya şirketê û rewşa wê ya aborî wisa dibêje:

- Ev bîlançoyeke bi hêz bû û em bêgoman ji ber gelekî kêfxweşin û ev tên dîtin weke îsbatekê ku em cihê xwe xurtir dikin di hemû waran de. Di heman dem de em bêgoman hişiyarin hemberî nearamiya aborî ya li dar e û hem jî pêşerojê.

Svanberg ji TT re dibêje ku sê sebeb henin bo kêmkirina hejmara karmendan, her çend şirket bi miliyarên kronan qezenc kirinin û cihên wan yên aborî yê bihêz, ev yeka tê bi manaeya ku şirket şeş miliyar kron belav dike ser xwedanan.

Beriya her tiştî hevrikî di vî warî de gelekî bi hêz e, ev yeka mirov kare bibîne jî ba hevrikê Ericssonê yê kanedî, Nortel yê beriya demekê daxwaza parastina iflasa şirketê kirin.

- Em gerek ber xwe de bidin rojane bo berdewamiya karê me yê bitasîr û hem jî bo em cihê xwe yê birêvebiriyê biparêzin.

Sebebê duem pêşketina teknîkî ye:

- Em gerek heman kar bikin bi hejmara karmnendên kêmtir û ev yeka îmkaneke bo me.

Û sebebê sêem li gor Svanberg, demên aborî yê xirab di pêştir de ye, herçend Ericsson ta nuha tu tasîr jê nedîtiye di bazarê de. Derbarê bandora krîsa aborî û konjuktura nizim ser şirketê, Svanberg wisa bersiv da:

- Ta nuha tu bandor li me nebû ye, lê di hemn dem de ne rastî ye eger em bawer bikin ku warê karê me tucarî nakeve bin bandorê de. Em jibîr nekin ku operatorê cîhanê xwedan cihên aborî yê xurtin. Şebeke bi xwe tijî nin û trafîk bi rêk û pêk e, bêgoman wê bandor li me bên kirin, lê ne bi qasî yên din.

Qezenca Ericssonê beriya dana baceyan 6,5 miliyar kron e, danberhev bi qezencên sêmehiya çaremîn di sala 2007 de ya 7,6 miliyar kron bû, cudabûna bi yek miliyar kron e ji sêmehiyekê ta sêmehiyeke din.

Karê Ericsson hatiye sipartin ber bi sê dîwaran de: Network, Multimedia och professional service, û karê hemûyan yên hatinin pêşkêşkirin marjînal bilind kirin danberhev bi heman sêmehiyê de sala 2007. Firotin bilind bû ji 67 miliyar kron û hem ev yeka ne li gorî baweriya bû.

Di dema nuha de Ericsson bernameyeke danhevê bi rêve dibe ya hate pêşkêş kirin sala 2008, wê dema derbarê 4000 karmendî bû di seranserê cîhanê de û 1000 li Swêdê. îro ev hejmara bilintir bûye, 5000 karmend. Berpirsiyarê giştî yê Ericsson, Carl-Henrik Svanberg:

- Bi vî awayî ye, em hem dixwazin xwe amade bikin bo demên nebaş û dijwar. Dema min destpêkir beriya şeş salan, em 12 hevrik bûn û nuha em ne zêdeyê sê ta çaran manin, Ericsson cihê xwe bi hêztir kiriye herdem, ya herî dawî beriya hefteyekê bû dema yek ji hevrikê me yê bihêz, Nortel, kete iflasê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".