Nûçeyên 2009-01-29

* Navendên tenduristiyê li gor qanûnên bo testkirina hiv naçin.Navendên tenduristiyê nahêlin ew kesê dixwaze xwe bo hiv testbike, navnenas be. Herçend hejmara kesên bi hiv ketinin bêhtir bûnin di van salên dawî de, her dîsan jî navendên tenduristiyê li gor qanûnên testkirina hiv ê naçin.

Ev test kirin divê bêpere be û bi nenasiyeke temamî bêne kirin, lê nuha tên diyar kirin ku şeş beşek ji navendên tenduristiya li gor qanûnan naçin ji vî aliyî de. Nexweşiya hiv ê tên dîtin wekî nexweşiyeke giştî bi xeter, ev yeka li gor qanûna parastina vegirtinê. Bi vê yekê jî ji balkêşî û fayîdeya civakê ye ku di zûtirîn dem de yê nû bi nexweşiyê ketibe peyda bike bo ku li dû herin û zanibin bê vegirtina hivê ji ku deverê hatiye.

* Ew kesê ku texmîn dike ku bi hiv e, ji berpirsiyariya wî kesî e ku serî li nexweşxaneyekê bike û ji mafê kesê nexweşe jî ku yekser doktorekî bibîne. Anders Tegnell, şefê beşê parastina vegirtinê ye di komîteya civakî de, ew dibîne ku berpirsiyariya navendên tenduristiyê gelekî mezine di vê şîrovê de:

- Navendên tenduristiyê û mecilsên wîlayetan divê rotinên minasib deynin bo ku ev test kirin bi awayekî durist bi rêve here. Mecalên vekirî bo nenasbûna mirovan  heye dema ev dikevin têkiliyê de bi warê tenduristiyê de, dema testkirinê , hem di qanûna parastina vegirtinê de û hem jî di qanûna agahdariya ser yê nexweş de mafê vê yekê tên parastin.

Gelek awayên cuda peyda dibin bo vê yekê bihesanî bikin, erkên peyda kirina rotînên bo ev yeka baş birêve here heye.

* Swêd bêbextî kir li başûrê afrîqiya yê, dema dext kirin li ser wan ku balefirên Jas bikirin. Ev yeka sermetranê berê Desmond Tutu dibêje di hevpeyvînekê de bi Rapport re ya televisyona Swêdê, Desmond Tutu xelatgirê xelata Azadiyê ye ya Nobel. Ew dibêje ku swêd kar kiriye bêyî ku hizra kesekî din bike û nuha dixwazin pirsa karê çek û silah biwestînin, piştî gunehbar kirina bertîlan ya hatiye kirin li komşirketan Saab.

Piştî bûyerên hatin li dar xistin derbarê vê pirsê, nuha sermetran Desmond Tutu ta jê tê xebatê dike bo ku lêkolînek kûr çêbibe derbarê karê silah û çekan, lê diyare ku karê wî dê piçekî bizehmet keve ji ber ku Jacob Zuma, yê tên bawerkirin ku dê bibe serokê nû yê başûrê afrîqiya yê, bi xwe hatiye sûcdar kirin ku wî bertîl wergirtinin di karê kirîna balfirên Jas de.

* Wezîra wekheviyê ya Swêdê Nyamko Sabuni dixwaze bêhtir lênerîn hebe ser dibistanên olî. Lêkolîna hate kirin ji aliyê zanîngeha bilind ya parastinê ve derbarê radîkal kirinê ya ku demokratiyetê dixe xeterê de, zordestiya dîtinên musilmanên radîkal nîşand dide dijî jinan û zarokan li Rosengård. Ev rapor diyar dike ku astengî peyda dibin di dibistanên belediyan de di xalên mîna şîrove kirina lihevketina çandên cuda nav xwendevanan de. 

Sabuni dibêje ku: tirsek heye di temamê civakê de ku pirsên bi vî awayî şîorve bikin.

* Diyare ku bazara xaniyan ji xewa xwe rabû ye. Nuha balkêşiya kirîna xaniyan careke din xurt bûye nav kiriyaran de. Sebeba vê yekê ya herî bi hêz, fayiz e yê ku bi nîv bûye ji payizê de. Hem bank û hem jî simsarên avahiyan wisa dibêjin.

Elinor persson, simsara avahiyan e, ew dibêje ku piştî daketineke bi hêz di bazara kirîn û firotina xaniyan de di payizê de, nuhan xelk bi cidî destpêkirinin û li kirîna xaniyan dinerin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista