Peymanên xaniyan eşkere tên firotin ser înternetê.

Internet bûye meydana firotina peymanên destê yekem bo xaniyên kirê bi awayekî eşkere. Ev yeka her çend neqanûnî ye jî, wergirtina peran dema mirov peymana xanî dide kesekî din.

Lê nuha xelk eşkere reklama firotina peymanên xaniyên xwe datînin ser înternetê, polîs bo vê yekê tu karî nake herçend ev yeka tên hejmartin wekî tewankariyekê.

Stig Sandgren li Citypolisen kar dike û derbarê vê yekê dibêje kuk es gilî nake li vî karî, ji ber wê yekê polîs jî tiştekî nakin:

- Karê çavdêrî kirinê yan metoden wekî wê nayên birêvebirin dijî tîpên firotina bi vî awayî. Kes tuneye daxwiyaniyên bi vî awayî kontrol bike û kesek kar nake jî dijî wê. Derbarê pirsa bê gelo çima kes çavdêrî kirina vî karî nake, Stig Sandgren wisa besiv da:

- Bi çi awayî mirov vî karî çavdêrî dike? Ma emê peywendiyë bi wî kesî re deynin û bêjin ê ku tu hewil dide xaniyekî difiroşe yê bi xwe ne ji mafê te ye.

Pirs ewe gelo emë dema xwe deynin ser karên bi vî awauyî, em karin wê demê têkevin nav provokasiyonên tewankariyê de.

Ev ronî kirin ji aliyê polîs ve nekeve serê Barbro Engman de, seroka komeleya kirêdaran, li gor dîtina wê hebûna firotina peymanên xaniyên bi kirê, sebeba wê ji ber ku tu çavdêrî kirin tuneye di bazarê de û înternetê. Û milet tewankariyên xwe eşkere reklam dikin ser netê de. Ew yan nizanin ku karê ew dikin tewankarî ye yan jî bi wê zanin ku hergiz nikarin bêne girtin bo tewankariya xwe.

- Eger mirov bixwaze çavdêriya vî karî bike, û li rastiyê bigere, eşkere peyda dibe ku bi rastî firotin lid are. Ez bi xwe nizanim bê çend tewan kariyên din mirov dê bike, ev kesana bi najimêrin ku rojekê dê bêne girtin ji ber tewankariya wan.

Barbro Engman, dixwaze bêje ku bazirganiya peymanên xaniyên kirê, êdî nayên hejmartin wekî tewankariyeke bi xeter.

- Bi rastî eşkere ye, diyara ku yea herî nû ev e. mirov navekî din lê nake, navê wê her derbarê naveroka wê ye.

-Berê milet dinivîsandin di reklamên xwe de ku ew karin xelata dîtinê bidin û tiştên din, lê îro roj eşkere ya dilê xwe dinivîsînin. Bi dîtin amin ev nîşana wê ye ku êdî civat li dijî vê yekê dernakeve. Di dawî de jî dê bibe weke rewşeke normal dibe ku mirov peymanên xaniyan bikire û bifiroşe.

Barbro Engman, seroka komeleyên kirêdaran.

Îro roj di reklaman de tên nivîsandin bê nav, jimareyên telefonan, ev kirîn û firotina bi sedan hezar kronan e. Ev yeka bi xwe ne nû ye, berê jî dihatin kirin, lê bi reş, ne bi eşkere li Stockholmê. Û ev bazara dê hebe her çend kêmbûna xaniyan li dar be li bajarë mezin de.

Bi xwe ne tewankariye mirov peymanên xaniyan bikire, lê firotina wan kare ta şeş heyva di zindanê de bide kesê firotçî. Yê dikire jî dikeve rîska ku belkî peyman û pere  ji dest wê yan wî here, eger mesele eşkere bû. Ji ber vê yekê hema bêjin tucarî gilîname nayên bo polîs derbarê kirîn û firotina peymanên xaniyên kirê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista