1 av 2
2 av 2

Agirê Newrozê li Eggeby gård

Nêzîka saet 18:00 agirê Newrozê li Eggeby gård hate vêxistin, lê demeke baş bi wê ve çû ta agir xwe belav kir nav wan dar û qeşikên hatibûn civandin de ser hev.

Hêdî hêdî tarî dikete erdê de bi dengê muzîka li dar û sermaya bi govenda kurdan gerim dibû li wê çolê.

Li Eggeby gård bi sedan kurd amade bibûn bo ku bi hev re Newroza xwe pîroz bikin, her çend serme û berf hestên buharê ji dila dûr dixist jî her bo wan kurdên hatibûn ber agir bi malbat û dostên xwe re bi rikdarî û kêfxweşî Newroz û buhar bixêr anînin.

Diyar bû zarokên kurd yên hatibûn ber agir û şahiya Newrozê , bi dilgermî li pîroz kirina Newrozê dinerîn û bi serbilindî rahiştîbûn ala kurdî ber agir. Her kesekî di her temenekî de ji xwe re bi awayê xwe Newroza xwe pîroz dikirin, çi bi hevalan re, bi lîstikan, ber agirê gerim re û axaftina bi dostan re, yan jî bo wan yên xwêdan bi xwe xistibûn bi rîtmên govend û helperkê ya kurdî di çola Eggebygård de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".