Lêkolîneke Astra ziyan daye nexweşan

Lêkolîneke karê zanistî ji aliyê şirketa dermanan ve Astra Zeneca rexneyên cidî werdigire ji pisporên qaydeyên exlaqî yên dermanan

Li gor rexnedaran ew nexweşên beşdarî vê lêkolînê bibûn ziyan ji wê wergirtine. Geheşte asta ku yek ji wan nexweşan xwe kuşt ji ber zererên vê lêkolînê.

Niels Lynöe yê profesor e di qaydeyên exlaqî yê dermanan de li înstîtua Karolînska û hem jî berpirsê pirsên girêdayê etîkê ye di hevalbendiya doktorên swêdî de û endamê encûmena dermanan e ya hukûmî, bi çavekê gelekî cidî li vê lêkolînê dinere.

- Ev yeka kare ji ber wê be, mirov nikare bêje ne ji ber wê ye ku ev lêkolîna belkî sedemê wê bû ku ev nexweşa xwe kuştiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".