Şirketa Sandvik 490 karmendî bo ji kar derxistinê agahdar dikin.

Herêma herî bandor lê dibe ji vî alî de, Gimo ye. Conny Johansson ji sala 1968 de kar kiriye di şirketa Sandvik de li Gimo û diyar ecêbmayî nebûye ji ber vê biriyarê.

- Ev heye demeke dirêje ku derbarê vê yekê hizra xwe dikin. Mirov dibîne ku gelek kar tuneye, em li hêviyê bûn bê kengî dê ev yeka bibe.

Tenê ji herêma Gimo 350 kes bo karderxistinê hatinin agahdar kirin.

- Belê, lê wekî min dîtiye kar kêm bûye bi 40 ji sedî. Û ev kêmbûna li hemû deverên cîhanê çê bûye û ev ya bi dîtina min herî nexweşe.  

Anders Wallin şefê agahdariyê ye di şirketa Sandvik de û derbarê pêşagahdarkirina van karmendan bo ji karderxistinê wisa dibêje:

- Em nuha di konjuktureke nizim ya cîhanî de nin û rewşeke kirînû firotineke dijwar de nin bi daxwaziyên gelekî kêm ji payizêde û bi pêş ve.

Di karxaneya Gimo de 1700 kes kar dikin û nuha 350 ji wan hatinin agahdar kirin îro bo kar derxistinê, ji îro ve dê şîroveyên herêmî li dar bikevin bi armanca kêmkirina vê yekê di zûtirîn dem de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".