Falukorv

Parçeşûşe ne tenê nav mirîşkan de peyda dibe, lê nav sosîsa faluyê jî Falukorv.

Di vê dema dawî de şîrove û lêkolînên gerim hatinin li dar xistin derbarê peydabûna perçeşûşe nav goştën mirîşkan de. Ev yeka hişt ku gelek kes ji mirîşkan dûr bikevin û tirs ji wê hïna li dar e. Nuha jî kesek ji bajarê Karlsborg perçeşûşe di sosîs, suciqê faluyê, Falukorv de dîtiye. Ev kesa yekser gilîname ba polîsan çêkir.

Wî ew Falukorv di 20 heyva adarê de kirî, lê wî perçeşûşe nuha dîtiye dema sosis wê hûr bikira. Ew sosîs nuha ba polîsan e bo karê lêkolînê.

Roja çarşemê jî gilînameyek din kete ber destê polîsan de dema perçeşûşe peyda bû di rehnên mirîşkan de ya hatibû kirîn ji dukanekê de li bajarê Falköpingê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".