Her deh zarokî yek qelew e.

Di nav zarokên navbera du ta neh salî yê de li Swêdê, her serê deh ji wan yek qelew tên jimartin, lê di heman dem de kêm ji zarokan bi nexweşiya qelewbünê nin. Ev yeka li gor encamên yekemîn di lêkolîneke mezin de ya ewrûpî derbarê qelewbûnê nav zarokan de.

- Bi dîtina min ev derbarê gelek zarokan e eger mirov hizra pirbûna qelewbûnê bike di dehsalên dawî de, ji ber wê ez nabînim ku ev jimar gelekî bilindin.

Lêkolîner di zanîngeha Göteborg de, Gabriele Eiben.

Lêkolînerên swêdî li dora 1800 zarokî nerînin di navbera du ta neh salî de li partille, Mölndal û Alingsås. Ev lêkolîna swêdî beşeke ji lêkolîneke ewrûpî ya mezin ya tên çêkirin di heşt welatên ewrûpayê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".