Wezîra dadê Beatrice Ask

Polîsên biyanî karin di Swêdê de kar bikin.

Wezîra dadê ya Swêdê Beatrice Ask, dixwaze rê veke ber polîsên ji derveyê welat ku beşdar bin bi karên polîsîve, wekî mînak bi girtina kesekî di hundurê Swêdê bi xwe de.

Lêkolînerek nuha dê kar bike ser wê bê kanî di çi rewşan de rê kare bên vekirin bo hevkariyekê bi vî awayî hember hemwelatiyekî swêdî bêne kirin di hundurê Swêdê bi xwe de.

Li gor TT, buro ya rojnameyan ya nûçeyan, ev yeka derbarê wê ye ku polîsên biyanî wekî beşekî hevkar yê biservekirinê bin li gel polîsên swêdî re di karê wan de. Beriya her tiştî di rewşên tewankariyê de yên sînoran derbas dikin wekî nimûne bi dizî anîna mirovan di welatekî de, qaçaxçî kirin di vê rewşê de.

Rewşeke din ku kare wekî nimûne yê be bo hevkariyeke wisa, dema civînên mezin yên navneteweyî bêne li dar xistin, di civînên zîrweyê de, di pêşberkeyên werzişê de, dema riska pevçûnê hebe û hem jî di bûyerên nexweş yên mezin de. Bêyî van di krîsan de bi awayekî giştî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".