Girêdaneke diyarkirî heye navbera alkoholê de û tewanên şidetê.

Nîvê hejmara wan 249 kesên hatinin hukim kirin bi miebedî navbera salên 1965 û 2007 de, teşxîsa girêdana xurt bi alkoholê bi wan re heye yan jî xûgirê narkotîkayê. Ev yeka di lêkolîna  Ulrika Grann de tên nîşandan, lêkolîner li lênerîna tewankaran de.

Diyare vexwarina alkoholê normaltire ji bikaranîna narkotîkayê yan jî nexweşiyên nefsî nav tewankarên giran de, ev li gor Ullrika Grann ji lênerîna tewankaran, Kriminalvården:

- Dema ez bi xwe li lêkolîn û analîsan dinerim û ew guftûgoyên min kirinin, ez bi awayekî eşkere dibînim ku girêdanên bi alkoholê ve car bi dû carê vedigere di şîroveyê de.

Lêkolîner Ullrika Grann bû ji lênerîna tewankaran de.

Di lêkolîna wê de xwiyanî dike ku beşê kesên bigirêdana xurt bi narkotîkayê ve nêzîka  33 % ne, û tenê 7% ji wan kesên hukim li wan hatiye kirin ji ber tewanên giran ve, carekê di jiyana wan de teşxîsa nexweşiya nefsî wergirtine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".