Thomas Östros

Îro her sê partiyên opozîsiyonê pêşniyazên xwe yên aborî pêşkêş kirin.

Partiya sosialdemokratan dixwaze bêhtir pera deynin ser belediyan û meclisên wîlayetan, ew pêşniyar jî dikin ku alîkariyên aborî yên dewletî bêhtir bibin bi dora pênc miliyar kron di vê salê de û deh miliyar sala bê.

Hukûmet pêşniyar kir di pêşniyaza xwe ya buharê de beriya du heftiyan ku perên bêhtir nayên danîn ser belediyan di vê salê de, lê di sala bê de alîkariyên aborî yên dewletî dê bêhtir bibe bo belediyan bi heft miliyar kron. Lê ev têr  nake, li gor gotinên Thomas Östros, peyivdarê aborî yê partiya sosialdemokratan:

- Gelek ji belediyan nuha mecbûr bûnin bernameyên buceya xwe biguherin, divê pera deynin ser hev û gelek ji wan jî mecbûr dibînin ku bacên xwe bi gelekî bilintir bikin. Ji ber vê yekê dê alîkariyek baya bo wan, bo ku ji kvalîteyên xwe kêm nekin û bacên xwe bilindtir nekin di çend belediyan de

Her çend îro roj rewşa aborî li xwarê ye, her dîsan jî Östros bawer dike ku ev alîkariya bêhtir bo belediyan gelekî pêwîst e. Östros careke din:

- Ez bawer dikim ku libergirtin dê bizehmetir bibe di pêştir bibe, gerek kêmkirina baceyên nefînasekirî bicarekê re rabe. Cih ji wê re êdî nemaye. Tam berevajî belkî bêhtir pêwîstî peyda bibe ji aliyê hatiniyan de. Bo parastina pêbendiyên civakî wekî lênerîna kalûpîran, dibistan û warê tenduristiyê.  

Thomas Östros bû, peyivdarê aborî yê partiya sosialdemokratan. Ew li gel seroka pertiya xwe Mona Sahlin dinivîsînin di rojnameya Dagens Nyheter de ku ew 50 000 cihên xwendinê yên bêhtir dixwazin, mercên baştir bo şirketên biçûk bi piştrastiyeke bêhtir û alîkariyên aborî, karên kesk yên bêhtir bi sermayerazandinên di warê restorekirina bernameyên jîngehê û rêyên tirênan, û asteke bilindtir bo kasseya bêkariyê û tezmînatên baştir.

Dîtinên derbarê baceyan cuda nin di pêşniyarên her sê partiyan de, lê diyare her sê dixwazin bêhtir perên dewletî bidin belediyan û ew yekin jî derbarê ku bêhtir handan pêwîte bo peyda kirina karên bêhtir. Ulla Andersson, peyivdara aborî ya partiya çep dibîne ku hukûmet gelekî sist e:

- Libergirtina me ya herî giring ew e ku em divê sermaye deynin di rewşên krîsa de, divê em kara biparêzin di civaka refah de û em bi pêwîstiya wê nin ku kar bidin bêhtir kes û ne wan ji kar bavêjin.

Her sê partî, sosialdemokrat, partiya çep û partiya jîngehê pêşniyar dikin ku pênc miliyar kron bêhtir here bo belediyan, bo parastina civaka refah. Ev her sê partî jî li hev kirinin ser sê warên ew dixwazin pera deynin ser, jêbirîna berfirehtir ya binavê ROT-avdrag, ya hem divê derbarê restore kirina xaniyên pirdayîreyî yên hilanîna enerjiyê bin, pakêteke seyarên jîngehîn, perexistina bo peydekirina kar bo ciwanan.

Lê ji aliyê nerîna derbarê baceyan, cudabûn peyda dibe. Sosialdemokrat dibêjin ku ew dixwazin baca serwetê vegere, baca taybet bo xaniyên bi bêhtir ji pênc miliyonan bi qîmet bin û hem jî bacên bêhtir bo wan kesên bëhtir ji miliyonekê wer digirin salane.

Partiya çep dixwazin dest ji kêmkirina baca hatiniyan rabik e ya hukûmet dest pêkiriye, li hêla din jî partiya jîngehê ev yeka qebûl kiriye. Mikaela Valtersson, peyivdara aborî ya partiya jîngehê ye:

- Me gotiye ku em dixwazin guhertina li dar bixin ku bihêlin par kirina siyasî baştir bibe, ew kesê hatiniyên wan bêhtirin dê bêhtir pera bidin, lê wekî din bi awayekî giştî em dibînin ku ew kesên xwedan hatiniyên kêm yan navber baca bêhtir ya hatiniyê nedin.

Mikaela Valtersson bû, peyivdara aborî ya partiya jîngehê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".