Rewşa aborî bo malbatan her tarî dimîne.

Pêşbîniyên herî dawî ji înstîtua konjokturê biendîşe diyare. Ev rewşa xirab ser bingehê qelis bûna konjoktura avahiyan e û hem jî ji ber pêşketina qelis ya aborîya swêdî bi awayekî giştî.

Nîşandan ji 71,2 di heyva adarê de daket ta 69,7 di nîsanê de. Nuha rewş bi awayekî giştî di hemû warên tevlî nîşandana barometrê nin, bi gelekî qelistir bûye ji rewşa normal.

Kerstin Hallsten, şefa pêşbîniyan e li înstîtua konjokturê, ew dibêje rewşa aborî bi gelekî xirabtir nebûye danberhev bi berê re:

- Di demeke baş dirêj de kesên kar dikin bi karê pêşbîniyan, her carê pêşbîniyên nû pêşkeş kirinin bi texmînên xirabtir lênerînin. Ya herî erenî ew e ku nuha texmînên ber bixirabtir de gelekî nabînin.

Kerstin Hallsten bû, şefa pêşbîniyan li înstîtua konjokturê.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".