Agirvedanên heyva gulanê kare neyên pîroz kirin.

Pîroz kirina adetî ya Valborg, bi agirvedana heyva gulanê dikeve xetera ku neyê pîroz kirin li başûr û rojavayê Swêdê de. Erdên van herêman zuha nin û xwiyanî nake ku baran dê bibare.

Gelek birêvebiriyên wîlayetan û belediyan ji ber vê yekê qedexe kirinin li milet ku agirê heyva gulanê vêxînin. Ev yeka li bakûrê rojhilatê herêma Skåne, herêma Blekinge, Kalmar û herêma Kronoberg.

Di herêma Kalmar de, devera ku xetera zuhabûnê lê ye, ew îznên agirvedanê yên ji berê de danin dê carekê din vegerînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".