Radiyoya navneteweyî ya Swêdê hemû bernameyên xwe kom dike ser yek frekansî li Stockholmê.

Ji 11 yê gulanê de pêşkêşiya kanalên radiyoya Swêdê tên guhertin li Stockholmê. Bo guhdarên beşê navneteweyî yê radioya Swêdê ev guhertin tê bi maneya ku hemû bernameyên bi zimanên biyanî û hindikayî yên îro tên weşandin ser kanala P2 cih diguhere bi P6 re ya ser frekansa 89,6 MHz e.

Kanala P6 dibe kanala bi zimanên din ji bilî swêdî û di heman dem de kanal P2 dibe tenê kanala muzîkê. Bo guhdarên dixwazin li bernameyên bi zimanên din guhdar bikin di hundurê Stockholmê de, pêwîst nake nav kanalan de bigerin, hemû ser frekansa 89,6 peyda dibin.

Bo cara yekem dê bernameya bi zimanê rûsiyaya spî ya radiyoya navneteweyî ya Swêdê bên bihîstin ser pêla FM.

Bernameya fînlandî, zimanê fînlandî yê herêma tornedal, samî û her weha pêşkêşiyên radiyoya perwerdeyê (UR), dê bên bihîstin ser kanala P6. Tabel dê bên dagirtin bi muzîka ji kanala SR Världen. 

- Bo wan kesên dixwestin li bernameyên bi zimanê xwe yê zikmakî guhdar bikin, bi zehmet bû ku navbera gelek kanalan de bigerin, berpirsa kanal Ella-Kari Höjeberg wisa ragihand. Bi kom kirina hemû bernameyên zimanan bo guhdarên Stockholmê ser kanala P6 û di heman dem de vala kirina kanala P2 tenê bo muzîkê, em zelalbûnê saz dikin ya di berjewendiya hemû guhdaran de ye.

Bo wan yên dixwazin bi awayên din li bernameyan guhdar bikin ji bilî bi rêya pêla radiyoya FM de, kanala P6 hem ser webê de peyda dibe. 

Bo zaniyariyên bêhtir hun karin derbasî sr.se/international bibin yan jî peywendiyê deynin bi:

Elle-Kari Höjeberg, berpirsa kanala P2, tel. 08-784 48 67

Ingemar Löfgren, şefê redaksiyonê, tel. 08-784 72 00.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista