Yekîtiya ewrûpayê û parlamana wê.

Wekî hun zanin, hilbijartinên bo parlamana yekîtiya ewrûpayê nêzîk bûnin, Ew bi xwe 7 hezêranê ye. Bo parlamanê yekîtiya ewrûpayê dê Swêd 19 nûneran hilbijêre ji 785 endamên parlana Swêdê.

Lê gelo her kes zane bê em çi hildibijêrin û ji bo çi?

Mirov kare bêje ku ev meclis dibe parlamana ewrûpî. Göran Färm, endamek ji partiya socialdemokratan di parlaman ewrûpayê de bi vê gotinê re ye :

- Karê yekîtiya ewrûpayê dike wekî sîstemeke neteweyî, piçekî komîsiyona hukûmetê tîne bîra mirov. Ew pêşniyara pêşkêş dikin yên em dê ser wan biriyar awergirin. Ev mecilis kar dike wekî her parlamanekê. Cudabûn her ew e ku du dezgehên biriyar girtinê tê de henin: encûmena wezîran û parlaman dibe her wekî sîstema amerîkî bi senato û xaniyê nûneratiyê. Wekî mirov endamê parlamanê be lê di yekîtiya ewrûpayê de.

Göran Färm bû, endamek ji partiya socialdemokratan di parlaman ewrûpayê de.

Komisiyon, parlaman, meclis û encûmena wezîran. Bûn gelek term û gotinên ne herdem bi hesanî mirov ji wan tê digihije, bi taybetî dema şîroveya derbarê yekîtiya ewrûpayê vedibe. Belkî ev hoyek be bo gelekan ku serê xwe gelekî naêşînin bi hilbijartinên parlamanê. Piçekî çîrokê ji we re ronî bikim nuha:

Yekîtiya ewrûpayê hate saz kirin piştî şerê cîhanê yê duemîn û pêkhat ji şeş welatên êdî şer nema dixwestin. Bi salan re hêdî hêdî gelek welatên din jî xwe bi wan şeş welatan ve girêdan di vê yekîtiya ewrûpî de.

Göran Färm careke din:

- Karê yekîtiya ewrûpayê karekî nû ye. Ev cara yekeme di dîrokê de ku welatên ser bixwe dethilatiya dana qanûnan didin asteke ser ya neteweyî de. Ev yeka beriya nuha nebûye.

Swêd bû endamê yekîtiyê di sala 1995 de, lê bi hebûna dengên dijber. Hoya vê yekê jî kare ew be ku welatên endam mecala zêde danin yekîtiyê di biriyardanên gelek  pirsan de, ev li gor baweriyên Göran Färam:

- Dem bi wê ve diçe ta mirov xwe fêrî wê bike ku êdî hemû biriyar ne destê mirov de nin. Ev yeka jî girêdayê hoyên dîrokên cudanin yên welatên endam. Dema ev yekîtî saz bû, welatên şer dikirin dijî hev biriyar dan ku êdî şer bese. Em bi xwe ne di şer de bûn. Paşî welatên dîktatorên faşîşt yên berê derbasî yekîtiyê bûn û hem jî dîktatorên komunîstên berê. Hoyên derbasbûna me di yekîtiya ewrûpayê de cuda bûn. Endametî nayên şîrove kirin û hem jî rexne kirin di wan welatan de wekî tên kirin li Swêdê.

Îro roj yekîtiya ewrûpayê ji 27 welatan pêk tê. Welatên endam beşek ji desthilatiyê dixe destê yekîtiyê de û ew desthilatî tên dabeş kirin ser çar dezgehên cuda di yekîtiya ewrûpayê de. Komîsiyon, parlaman, encûmena wezîran û dadgeha yekîtiyê.

Komîsiyon, dazgeha bi tene yê ya kare qanûnên nü pêşniyar bike. Ew berpirsê wê nin ku biriyarên hatinin wergirtin dive birêve herin û hem jî berpirsê buceya yekîtiyê nin. Ew kesên di komîsiyonê de rûniştinin, tên hilbijartin ji aliyê welatên xwe ve, bo berjewendiyên yekîtiyê bireve bibin bi awayekî giştî. Miorv kare bêje ku komîsiyon wekî hukûmetekê kar dike.

Encûmena wezîran, dezgeha herî bilind ya biriyardar e di yekîtiya ewrûpayê de, qanûna datînin. Ev encûmen ji wezîrên welatên endam pêktê, yên hatinin civandin di warên xwe yên siyasî de. Wekî nimûne eger şîrove derbarê jîngehê be, wê demê wezîrê swêdê yê jîngehê beşdar dibe.

Gotina dawî ya dadgeha yekîtiyê ye. Biriyar û gotina dawî derbarê nakokiya bê çawa qanûn û peymanên yekîtiyê dê bên wergerandin, ji ber biriyarên yekîtiyê hemû dive ser wan be.

Û dezgeha herî dawî parlaman e. Ew dezgeha tenê ye di yekîtiya ewrûpayê de têde endam tên hilbijartin di welatên endam de. Tevlihev 785 endam tên hilbijartin her sere pênc salan, û em li Swêdê dive 19 endaman hilbijêrin bo me temsîl bikin.

Parlaman li Brûksel e li Belcîkayê, lê li Strasburgê dicivin li Fransayê. Bi encûmena wezîran re biriyarê werdigirin ser gerlek pirsan, wekî siyaseta jîngehê û tevgera azad ya xizmet û malên cuda di yekîtiyê de. Ji bilî vê jî divê parlaman endametiya welatên nû qebûl bike û her weha buceya yekîtiyê bi xwe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".