Iro komcivîna partiya navendî dest pê dike.

Comcivîna partiya center, partiya navendî bi nivîsarekê di rojnameya Dagens Nyheter de dets pê dike, Börje Hörnlund nivîsar nivîsand derbarê hêza atomî. Ew bixwe siyasetmedarek e ji siyaseta navendî û wezîrê bazara kar yê berê bû.

Siyaseta hêza atomî ya seroka partiyê Maud Olofsson, tên rexne kirin û ji aliyê Hörnlund de tên dîtin wekî rûreşkirinê. Hörnlund dibêje ku mijara hêza atomî mijara herî giring bû di siyaseta partiya navendî de û nuha ev pirs hatiye birêve birin bi awayekî nedemokratî, ji ber wê ku Maud Olofsson bi serê xwe biriyar ser wê wergirtiye.

Börje Hörnlund di rojnameya Dagens Nyheter de dinivîsîne ku ev yeka birêvebirina herî ne demokratîye di dîroka partiya navendî ya 99 salî de.

Komcivîna partiya center ya navendî ji îro de dest pê dike û berdewam e ta roja yekşemê, 521 nûner beşdar dibin ji temamê Swêdê li Conventum li bajarê Örebro.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".