Keçek di lênerîngehê de xwe kuşt.

Lênerîngehek di herêma smålandê de rexneyan werdigire piştî ku keçeke 13 salî reviya ji lênerîngehê û bi dû wê de xwe kuşt.

Piştî mirina wê hate eşkere kirin ku keçik çend caran hatibû êşandin ji aliyê kurên di lênerîngehê de diman, ya taybetî bo zarok û ciwanan bû. Ev agahdarî li gor redaksiyona Ekot ya radiyoya Swêdê.

Tên diyar kirin jî ku keça 13 salî ji hevalên xwe yê xwendinê re gotibû ku kurek di lênerîngehê de destdirêjiya cinsî bi serê wê anî bû. Di dosêya keçikê de jî eşkere bû ku karmendên kar dikirin di lênerîngehê de bi her tiştî zanîbûn, nuha komîteya birêvebir ya wîlayeta Kalmar rexneyên cidî kirinin li lênerîngehê. Curt-Rune Roos, şefê kar li lênerîngehê înkar dike ku lêdan li keça 13 salî hatiye kirin:

- Em dixwazin bêjin ku lêdan lê nebûye, lê li hêla din hemû li hev dixistin kur li kura dixistin û wê jî li kua dixist.

Curt-Rune Roos bû, şefê kar li lênerîngehê.

Xwişika keça 13 salî rexneyên xwe dike li wê ku keçek di temenê wê de hatiye şandin bo lênerîngehekê wekî keçek bi tenê nav kurên ji wê mezintir dijîn:

- Ez nikarin têbigihêjim çawa mirov kare keçek biçûk derbasî lênerîngehekê bi vî awayî bikin, têde tenê kurên bi kêmasî dijîn. Miorv nikare fêhim bike bê çawa wilo dikin.

Xwişka mezin ya keça 13 salî bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".