Polîs dê baştir bibin di karê lêkolînên tewanan de.

Polîs divê zûtir karê xwe birêve bibin, karê lêkolînên tewanên biçûk de, ya navê komtewan li wan bûnin, û gelek ji wan divê safî bibin. Wekî nimûne, di sala par de nêzîka 18 000 diziyên malan hatin gilî kirin li Swêdê. Ji wan tenê 4% geheştin biriyara dadgehê.

Îro hukûmet biriyar da ku wezîfê bide birêvebiriya giştî ya polîsan, dezgeha dozgerî û saziya dadgehê ku karîgerîyê bikin di karê lêkolînên komtewanan de. Wezîra dadê Beatrice Ask vê yekê dibêje:

- Îro gelekî demê dikişîne. Ew qezencên ji karê karîgeriyê çûn ji karê bêhtir re di vî warî de. Em dive berfirehbûna bîrokratiyê û tevliheviyê ta em karibin kêmtir bikin.

Wezîra dadê Beatrice Ask diyare dixwaze bêje ku kêmasî di vï warî de heye:

- Belê, ez wisa bawer dikim. Ez bawer dikim ku karekî dubarekirî tên kirin û di baweriya min de jî ku guhertinên birêvebirî henin mirov kare biguhere yên karin kar zûtir birêve bibin. Wisa ye jî ku îsbat û şahadet dive taze bin û dem ser wan re derbas nebin.

Wezîra dadê ya Swêdê bû, Beatrice Ask.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".