Guhertina qanûnan bêbandor bû.

Bandorên diyarkirî peyda nebûnin ji dema qanûna mafê neqebûl kirina kar di herêmên din bo kesên bêkar hate hilanîn beriya du salan.

Ev yeka li gor Leif Tallskog, şefê berê bo sîgorteyên bêkariyê li daîreya kar

- Bi rastî mirov nikare bandorê eşkere bibîne. Miorv kare pirbûneke negiring ya agahdariyan bibîne di malpera deîreya kar de li derveyê sînorên welat de, lê wisa kêm e ku mirov nikare li gor wê encaman bibîne.

Beriya nuha kesek bêkar karîbû karên ji wî re der biketana di herêmên din de qebûl neke, di her pênc heyvên dest pêkê de di dema bêkariyê de, lê ev qanûna rabû ji havîna 2007 de. Ew kesê her dîsa kar qebûol nek ekare kaseya xwe ya bêkariyê ji dest xwe wenda bike. Qanûna hukûmetê gelkî jî hate şîrove kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".