Sommar, Havîn 50 salîyê pîroz dike.

Ew bi xwe 29:ê heyva şeşan e. Roja yek ji bi navûdengtirîn bernameyên radiyoyê 50 salîya xwe pîroz dike, bernameya bi navê Sommar, Havîn di radiyoya Swêdê de. Lê ji nuha ve ahanga pîroz kirina vê bernameya gelek salî tên pîroz kirin û axaftvanên havînê, sommarpratare, tên nasan din.

Hizra vê bernameya Sommar ba Tage Danielsson çêbû yê wê demê berpirsê kêf û şahiyê bû di radioya Swêdê de.

Taybetmendiya bernameya Sommar, hizra pircureyî ye, divê mêr û jin bin, ciwan û pîr û ji gud û bajaran bin. Bêhtirînê milet xwe fêr kirinin derbarê çandên din bi rêya çîrokên jiyana mêvanên cuda yên beşdarî bernameya Sommar ya binavû deng bûnin, û her weha Swêd ya berfireh.

Wekî nimûne, dema Mustafa Can bû mêvanê Sommar di 2003 de, û behsa diya xwe kir bi awayekî dilkêş, gelekî bandora xwe kir li guhdaran û gelek xelatën hêja wergirt. Û bû yek ji wan bernameyên guhdar careke din dixwazin lê guhdar bikin.

Bernameya Sommar ya vê salê dibe 50 salî, ji 20:ê heyva şeşan dest pê dike û bernameya herî dawî 15:ê  heyva heştan e. Mêvanên vê salê, wekî her sal tevlîhevin û ji gelek warên cuda tên bernameya Sommar di P1 de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".